Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye 2024-04-18 11:00:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hêzên pergala Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û ji kolberekî jî agahî nayê wergirtin.    Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh li sînorê Tete ya Hewramanê komeke kolberan ketine kemîna hêzên pasdarên rejîma Îranê û di encama êrişê de kolberek hatiye qetilkirin.   Kolberê ku di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dayî bi navê Seywan Destefken ku xelkê gundê Derepemeyanî yê Merîwanê ye.   Her wiha hêzên rejîma Îranê li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jî êrişî komeke kolberan kirin û di encamê de kolberê bi navê Mihemed Rehîmî yê xelkê bajarê Seqîz winda bû û agahî jê nayên wergirtin. Hate diyarkirin ku di dema gulebarana hêzên Îranê ya ser kolberan de, Mihemed Rehîmî ji hevalên xwe qut bûye û zêdetirî 2 rojane agahî jê nayê girtin.   Hêjayî gotinêye ku di nava ji mehekê kêmtir de 5 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di encama êriş û gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatine kuştin û 5 kolberên din jî di encama buyerên serma, ketina xwarê û krîza dil de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zêdetirî 40 kolber jî di nava vê demê de birîndar bûne.