Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-04-20 16:10:52   AMED - Piştî ku şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Mêrdînê Şaredariya Sûrê jî hedef hate girtin. Wezîrên AKP’î û berdevkê partiyê Omer Çelîk li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal şaredarî hedef girtin.    Piştî ku encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê desthilata AKP’ê û MHP’ê keyfxweş nekir, dest bi hedef nîşandana şaredariyên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xistin û ji qeyûman girtin hate kirin.    Piştî ku li ser hesabên medyaya dîjîtal hesabên trol ala tirk û sirûda îstîklalê weke hincet nîşan dan û şaredariyên DEM Partiyê hedef girtin û ji şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Mêrdînê re mufetîş hatin şandin bi heman hincetan ji Şaredariya Sûrê re jî mufetîş hatin peywîrdarkirin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê de da zanîn ku rêveberên DEM Partiyê piştî merasîma mazbatayê ya Şaredariya Sûra Amedê heqaret li wêneyê Ataturk û Serokkomar Tayîp Erdogan kirine û mufetîş hatiye peywîrdarkirin.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç jî li ser X’yê daxuyanî da ragihan ku têkildarî Şaredariya Sûrê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    BERDEVKÊ AKP’Ê ÇELÎK ŞAREDARÎ HEDEF GIRT   Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ê ji nelirêtiyên qeyûman re bêdeng ma, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê şaredariyên DEM Partiyê hedef girtin. Çelîk di parvekirina xwe de diyar kir ku nêzîkatiya rêveberên DEM Partiyê ya li dijî Ataturk, Serokkomar Tayîp Erdogan, ala tirk û sirûda wan a îstîklalê nayê qebûlkirin.