Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne 2024-06-21 10:15:20 AMED/MÊRDÎN – Wezîrê Tenduristiyê têkidlarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku 5 kes canê xwe ji dest dane, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûne.  Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî şewatê daxuyanî da.    Koca diyar kir ku 5 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û got: “10 kes jê giran 44 kes birîndar bûne. Li Çinarê 3 kesan û li Şemrexê 2 kesan canê xwe ji dest dane. 35 ambulans û 7 Tîmên UMKE’yê ji bo bûyerê hatin wezîfedarkirin.”