ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-30 09:00:14   * Girtî Lokman Acar ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubinê tê girtin di encama îşkenceyê de têlên diranên wî hatin qetandin. Acar 9 meh in ji girtîgeha ku lê tê ragirtin nabin nexweşxaneyê û ji ber têlên ku şikestine nikare xwarinê bixwe.   * Serlêdana ji bo parvekirina Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, bi hinceta "azadiya ramanê" hat redkirin.    * Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan baş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan.    * Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku wê hewldanên wan ên hiqûqî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Wê serlêdanên me yên li baroya ku ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li Wezareta Dadê bidin, bidomin."    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zeynep Kinaci nirxandina “Manîfestoya jiyana me ye” dike û wiha dibêje: “Em ji bo xwe ji hêzên zalim ên neheq, çavtarî û ji bilî rûxandin û tunekirinê tu armancên wan tune ne biparêzin vî şerî dikin. Lê şerê me yê esasî ji bo wê ye ku wateyeke bidin jiyana xwe ya hatiye tunekirin.”    * Li dijî xespkirina îradeyê îro dê li Stenbol û Îzmîrê ber bi Colemêrgê ve “Meşa rêzgirtina li îradeyê” bê destpêkirin. (10.00)    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê têkildarî êrişên hîzbûlkontrayê yên di demên dawî de li bajar zêde bûne li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. ( 12.30)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê beşdarî komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya Jinên Pêşverû ya li Stenbolê bibe.  (16.30) ZINDΠ   * Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê têkildarî “Meşa rêzgirtina li îradeyê” li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (18.30)