Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê 2024-06-30 09:00:21   ŞIRNEX - Girtî Lokman Acar ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubinê tê girtin di encama îşkenceyê de têlên diranên wî hatin qetandin. Acar 9 meh in ji girtîgeha ku lê tê ragirtin nabin nexweşxaneyê û ji ber têlên ku şikestine nikare xwarinê bixwe.   Di girtîgehên Tirkiyeyê zext, êriş û gefên li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên ku ji her mafên xwe bêpar tên hiştin bi pergaleke îşkenceyê re rû bi rû ne. Zêdeyî bi hezaran girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû mane.   Tenzîle Acar ya ku di sala 2017’an de li Stenbolê hat binçavkirin û girtin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, li girtîgehê teşhîsa Hepatît B lê hat kirin. Acar ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire niha di çalakiyê de ye. Mamê Acar, Lokman Acar jî di girtîgeha Tîpa T'yê ya Qubîna Êlihê de tê ragirtin. Di encama îşkenceyê de têlên di diranên wî de hatine qetandin. Ev têl zirarê dide devê wî û li ber xwarina wî dibe asteng. Acar her çendî daxwaza birina nexweşxaneyê bike jî nabin nexweşxaneyê. Acar ê ku di devê wî de birîn çêbûne nikare xwarinê bixwe û roj bi roj zeîf dibe. Xwişka wî Nebiha Acar a ku 27'ê hezîranê çûye hevdîtinê, der barê rewşa birayê xwe Lokman Acar û xwarziya xwe Tenzîle Acar de axivî.    '4 MEHIN NABIN NEXWEŞXANEYÊ Û NIKARE XWARINÊ BIXWE'     Nebiha Acar anî ziman ku ev 9 mehin ku birayê wê ji ber ku têla diranê wî hatiye şikandin nikare xwarinê bixwe û wiha axivî: "Li vî welatî ne heq, ne hiqûq û ne jî edalet heye. 9 meh in bê sûc di girtîgehê de ye. Tu sûcê wî jî nedîtinê ku bejin te ev sûc kiriyê. Bavê wî nexweş bû ji ber wê jî nedikarî biçe cihekî û li cihekî bimîne. 9 meh in ne mahkeme ne jî dibin nexweşxanê. Di diranê wî de pirsgirêk heye. Nikariyê xwarinê bixwe. 4 meh in daxwaznamê nivisiyê jî hê nebirinê nexweşxanê. Tevî ku di hûndirê girtîgehê de bijîşkê revîrê heye jî nebirinê cem bijîşk. Ji min re got bizanebûn me nabinê nexweşxanê. Dixwazinê me bi awayekî bidin kuştin. Banga me ji kesên dibêjin em mafê mirovan diparêzin û reyedarên dewletê ev ê ku edî bes e. Bila vê îşkencê zarokên me nekin. Her roj cenazê ji ser me da tên. Edî bes e. Em vê mirinê naxwazin. Dayik mirina tu kesekî naxwazin. Dayikan zarok ne ji bo mirinê ji bo jiyanê anîne dinyayê. Lê her tim çavê dayikên kurdan bi hêsir in. Banga me ev ê ku çareseriyek bê dîtin. Bi kuştin û îşkenceyê çareserî nabe. Em edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin.  Em dibêjin em kürdin. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe li welatê xwe bijîn."    'POŞMANTIYÊ FERZ DIKIN'   Acar bi lêv kir ku bi îşkenceyê dixwazin ku ferzkirina poşmantiyê qebûl bikin û wiha got: "Di diranên wî de têl hebûn. Ji ber ku wan bi lêdanê telên di diranên wî de ne şikandinê nikariyê nan bixwe. Çend meh berê çû bû nexweşxanê bijîşk jê re gotibû divê tu biçê nexweşxaneya Amedê lê rêveberiya girtîgehê destûr nade. Nabin bijîşkê revîrê jî. Bi van îşkenceyê dixwazin poşmantiyê li ser wan ferz bikin. Lê tevî van zext û tundiyan jî ev poşmantiyê qebûl nakin. Yên ku ji xwe re dibêjin em mirovin bila mafê girtiyan bipirsin."    BIRAZIYA WÊ JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE    Nebîha Acar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa biraziya xwe Tenzîle Acar a ku niha di çalakiyê de ye û da zanîn ku daxwaza wan daxwaza tevahiya gelen azadixwaze û ev tişt got: "Tenzileyê bi deste kelemçê kirî dibin nexweşxanê ew jî vê yekê qebûl nake. Jixwe dermanên wî jî nadinê. Ev 3 meh in jî ne derketiyê hevdîtinê û ne jî haya me jê heye. Em herî dawî beriya cejna remazanê jê re axivîn. Em hevî dikin yên ku mafê mirovan diparêzin mafê girtiyan bipirsin. Edî bes e. Zarokên me di bin îşkenceyê de kuştin.Daxwaza girtiyan ev ê ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam bike wê çalakiya xwe bidomînin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalantê meşandin. Li ser hemû welatiyan tecrîd heye. Li ser sewalên me jî tecrîd heye. Çiyayên me qedexe dikin dişewitînin. Yanî tecrîd li ser tevahiya welat heye. Doza girtiyan jî ev ê ku ev tecrîd bê rakirin. Doza wan dozeke mirovî, wicdanî, însanî û edaleteyê. Çi bikin jî ev ji doza xwe paş de gav navejin. Heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê jî li pêy doza zarokên xwe û girtiyên xwe bin. Kî çi dibêje bila beje. Em li pêy doza xwe ne. Doza me dozeke mirovî û edaletê û wekheviyeyê. Em zilme li kesî nakin. Em di bin zilma zaliman de ne."   MA / Zeynep Durgut