Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin 2024-06-30 09:00:34   AMED - Serlêdana ji bo parvekirina Serokê Gişptî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, bi hinceta "azadiya ramanê" hat redkirin.    Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît OZdag, di 14'Ê Tebaxa 2022'yan de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal heqaret li Şêx Seîd kir. Baroya Amedê jî, li ser navê Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat giliyê Ozdag kir.    Serlêdan bi sûcê "êriş li mafên kesayetî hatiye kirin" hat kirin û hat diyarkirin ku Ozdag êriş biriye ser îtibara Şêx Seîd. Di serldanê de doza 0,5 TL tazmînatê hat kirin.    Parêzerê Ozdag jî têkildaîr mijarê serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 36'an a Enqereyê da û xwest doz bê betalkirin.    Dadgehê di 21'ê Gulanê biryara redkirina dozê da. Di sedema biryarê de hat diyarkirin ku ya hatiye kirin "azadiya fikr û ramanê" ye.   Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mhedî Ozdemîr ku serlêdanê kir, vê carê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê da.   MA / Mujdat Can