Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin 2024-06-30 09:07:34   RIHA - Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku wê hewldanên wan ên hiqûqî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Wê serlêdanên me yên li baroya ku ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li Wezareta Dadê bidin, bidomin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 40 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd li gelek navendan hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê di 27’ê Hezîranê de serî li Baroya Rihayê dabû û xwestibû ku ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê bide.    Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku serlêdanê nirxand, diyar kir ku di nava 3 salan de serlêdanên zêdetirî hezar parêzeran bê bersiv hatine hiştin û got: “Divê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bikeve nava tevgerê. Serlêdan bêbersiv tên hiştin. Me ji Baroyê daxwaz kir ku ji bo em karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin."    Oyke bi bîr xist ku 40 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û bal kişand ser îddîayên Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ku gotibû "Tecrîd tune ye" û got: "Em behsa kesekî wiha dikin ku 40 meh in agahî jê nayê girtin. Negirtina xeberekê hebûna tecrîdê ye. Wezîr got 'tecrîd tune ye', lê ger tecrîd tune be nexwe çima pêwendî nayê danîn? Ev, sirf ji bo bêhiqûqîtiya heyî qebûl nekin hatiye gitin. Ew wekî hiqûqnasekî baş dizane bêpêwendiya mutleq çi ye."    Oyke bal kişand ku "cezayên dîsîplînê" yên li Îmraliyê li dijî hiqûqê ne.    WÊ SERLÊDAN BIDOMIN   Oyke anî ziman ku wê hemû şaxên OHD'ê bi heman daxwazê serlêdanên xwe bidomînin û wê ev têkoşîna wan heya ku encamekê bi dest bixin bidome.    Oyke ragihand ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn li tevahiya civakê belav bûye û got: "Mirov bi her awayî tên tecrîdkirin. Hemû qadên jiyanê ji aliyê desthilatê ve tên tepisandin. Rêveberiyeke îstibdatê hatiye avakirin. Sedema tecrîda li ser birêz Ocalan ew e ku birêz Ocalan di warê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata NAvînê de dikare roleke mutleq bilîze. Birêz Ocalan, di warê çareserkirina demokraîk a pirsgirêka kurd de aktorê sereke ye. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, tecrîd tê kûrkirin."