Çîroka birayên girtî yên nexweş 2024-06-30 09:09:39 ÊLIH - Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan baş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan.  Birayên hev Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên girtî, çendî nexweş in jî nayên berdan. Firat Nebîoglû, di 2015'an de li Êlihê hat girtin û bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nebîoglû niha di Girtîgeha Tîpa T a Amedê de ye.    DIVÊ GURÇIKA WÎ BIGUHERE   Ji ber ku felcê li Nebîoglû xistiye, rapora wî ya ji sedî 92 ya berastengiyê heye. Her wiha gurçika wî xirabûye û çavên wî baş nabînin û guhên wî giran bûne. Nebîoglû ji ber gurçikê heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê ji ber gurçikê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglû. Lê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14'ê Adara 2022'yan de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglû. Nebîoglû, ji bo gurçika wî bê guherandin 4 caran serlêdan kir, lê serlêdanên wî nehatine bersivandin.    Înfaza Nebîoglû wê di Cotmeha 2027'an de temam bibe, lê ji ber ku nayê berdan rewşa tenduristiya wî her diçe xirab dibe.    'BI GUMAN DIBE KU BIREVE' NAYÊ BERDAN   Emrah Nebîoglû jî di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de dimîne. Nebîoglû, di çalakiyên protestokirinê yên dema êrişên 2014'an ên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de ji serê xwe birîndar bû û felcî bû. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 3 meh ceza li Nebîoglû hat birî. Cezayê Nebîoglû hê jî li Dadgeha Bilind e.    Çendî Nebîoglû felc e jî bi hinceta "dibe ku bireve" nayê berdan. Çavên Nebîoglû baş nabînin, guhên wî giran bûne û tansiyona zêde pê re heye. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandineke bi awayekî negirtî bê encam man.    DAYIK: WÊ KÎ HESAB BIDE?   Dayik Rahîme Nebîoglû ku du zarokên wê girtî ne anî ziman ku biryarên darazê zarokên wê ber bi mirinê ve dibin û got: "Hevjînê min ji ber nexweşîna gurikan mir. Bila zarokên min jî ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest nedin. Demildest divê gavek bê avêtin. Zarokên min belesebeb di girtîgehê de ne. Bi ser de jî mafên wan ê jiyanêt ê desteserkirin. Kurê min Emrah çendî nexweşîna wî giran e jî bi hinceta 'dibe ku bireve' nayê berdan. Bi qasî cezayê lê hatiey birîn di girtîgehê de ye. Ger niha biryara beraetê bê dayîn wê kî hesab bide? Kurê min ev qas sal di girtîgehê de ma. Ev bê wijdanî ye."    ODayik Nebîoglûyê diyar kir ku kurê wê Firat Nebîoglû jî di temenekî biçûk de hatite girtin û got: "Êdî bes e bila dawî li vê îşkenceyê bç."    MA / Fethî Balaman