Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne 2024-06-30 10:00:22   WAN - Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît sala 2024’an weke “sala kuştina teqawidan” pênase kir û wiha got: “Heke bûdçeya guleyên li xaka kurdan tên barandin bidin gel, dê bi têrî her kesî bike.”    Navenda Lêkolîna Sendîkayên Teqawidên Buroyê (BES-AR) sînorê birçîtî û xizaniyê ya hezîrana 2024’an eşkere kir. Li gorî vê, sînorê birçîtiyê 25 hezar û 374 lîre, sînorê xizaniyê jî 70 hezar û 253 lîre ye. Li gorî daneyên behsa xeberê, bi milyonan kes di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de têkoşîna jiyanê dide. Zehmetiya herî mezin jî teqawid dijîn ku mûçeyê wan di bin 10 hezar lîreyan de ne. Teqawid, di 30’ê Hezîranê Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê de dîsa di bin dorpêça krîza aborî de pêşwazî dikin.    Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) a Wanê ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tîmûr Sayyîgît, têkildarî zehmetiyên teqawid dijîn ji ajansa me re axivî.    'JI BO ŞATAFATÊ HEYE LÊ JI TEQAWIDAN RE TUNE YE’    Sayyîgît, diyar kir ku îktîdar ji bo mûçeyan kêm bide rêjeya enflasyonê kêm radigihîne û wiha got: “Begefendî bi mûçeyê didin re tenê dikarin 10 rojan bijîn lê em bi vî pereyî jî razî ne. Dema mirov par û îsal dide berhev, zam li her tiştekî hatiye kirin. Lê mûçeyê teqawidan hêj wekî xwe ye. Ev jî têr nake, ji bo mûçeyê teqawidan neyê zêdekirin, her tim enflasyonê kêm nîşan didin. Kesên dixwazin mûçeyê teqawidan bê zêdekirin jî hedef tên girtin. Tu febrîqeyan difiroşî Qeterê, ji bo kesan bişînî fezayê pereyan didî, ji bo jiyaneke luks pere heye lê ji teqawidan re pere tune ye. Dewleta bi şatafata we hilnaweşe ma dê bi pereyê teqawidan têk biçe? Heke ev welat îro li ser pêyan be, ev bi saya keda teqawidan e.”    SALA KUŞTINA TEQAWIDAN!    Bi domdarî Sayyîgît bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 2024’an weke “sala teqawidan” ragihandiye û wiha pê de çû: “Teqawid li benda jiyaneke însanî bûn lê berevajiya vê bû. Em piştre sergihiştin ku îsal bûye ‘sala kuştina teqawidan.’ Weke mînak me par 300 şîre fatûreya ceyranê dida lê îsal bûye 500. Her tiştek zam bûye lê mûçeyê teqawidan mîna xwe ye. Bi kurt û kurmancî teqawid mexdûr in û rastî zilmê tên.    'BILA BÛDÇEYÊ NE JI BO ŞER JI BO GEL BÊ XERCKIRIN’    Sayyîgît, da zanîn ku di salên berê de teqawidan bi mûçeyên xwe mal dikirîn û axaftina xwe wiha qedand: “Lê niha sê teqawid bi hev re nikarin malekê bikirin. Mirov êdî li kolanan dibêjin ‘ez birçî me.’ Lê tevî vê jî ji şatafata xwe tawîzê nadin. Nakokiyeke wiha heye. Divê hikûmet teqez biçe. Nexwe dê teqawid her zehmetiyê bikişînin. Sedema bingehîn a van pirsgirêkan jî polîtîkayên xelet in. Serokê diyanetê ji me re dibêj şikûr bikin. Lê ew bi xwe li wesayîtên bi milyaran û tevî parêzvanan digere. Heke bûdçeya guleyên li xaka kurdan tên barandin dabûna gel, bi têrî her kesî dikir. Bi pereyê ji parastinê tê xerckirin re berîkên xwe tije dikin.”    MA / Mehmet Guleş