Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin 2024-06-30 10:53:56 ÎZMÎR - Şewatên daristanan ku êdî ji bo demsala havînê veguherîne bûyerên “xwezayî”, îsal jî ji ber negirtina tevdîran, mudaxileyên dereng û bandora germbûna kûrewî bi sedan hektarên daristanan tune kirin. Li gorî daneyên OGM’ê, li gorî par îsal şewat 5 qet zêdetir bûn.  Ji ber bandora germbûna kûrewî havîn her sal bêhtir germ derbas dibin. Ji ber sedemên hawirdorî, şewatên daristanan jî roj bi roj zêdetir dibin. Di meha hezîranê de pileya germahiyê dîsa rekor derbas kirin û di meha hezîranê de ji Kurdistanê heta herêmên Ege, Behra Spî û Marmarayê, li sedan cihan şewat derketin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di navbera 1-21’ê hezîranê de 399 şewat derketin. Di heman rojan de par 84 şewat derketibûn. Par vê demê ji ber şewatan ziyan gihiştibû 41 hektarên daristanan û îsal jî ziyan gihişt 2 hezar û 548 hektarên daristanan. Par li 155 cihên derveyî daristanan şewat derket û îsal li 551 cihan.    Şewat roj bi roj zêde dibin û ji ber mudaxileyên dereng, têrnekirina ekîpmanên teknîkî û nebûna balafirên vemirandina şewatan, ziyana heyî hêj mezintir bû. Tevî rewşa heyî jî îktîdar tu berpirsyartiyê li xwe nagire. CHP, DEM Partî, Partiya Saadetê û Partiya Îyîyê di 25’ê hezîranê de têkildarî şewatên daristanan pêşnûmeyên lêkolînê dan Meclisê lê tevek jî bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin.    MUDAXILEYÎ ŞEWATÊN LI KURDISTANÊ NEKIRIN    Di hezîranê de şewata herî mezin di şeva 20’ê hezîranê de di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket. Şewat, ji ber têlên ceyranê derket û bi hinceta ku helîkopterên bi şev dibînin tune ne, mudaxile nehat kirin. Welatiyan hewldan bi derfetên xwe vemirînin û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandinî û Daristanan, 14 hezar û 900 dekar şewitîn, 924 ajal mirin û bi dehan ajal jî birîndar bûn. Ziyaneke mezin gihişte genim û berhemên din ên çandiniyê.    ŞEWATÊN LI MELETÎ Û SEMSÛRÊ   Di heman demê de li navçeya Şîro ya Meletiyê di 26’ê hezîranê de li 3 qadên daristanan şewat derket û ziyan gihişte qadeke biqasî 400 doniman. Şewata ku nêzî jîngehan bûyî, bi mudaxileya ji hewayî û bejahî ve hate vemirandin. Di heman rojê de li bajar hinek şewatên din jî derketin. Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Meletiyê da zanîn ku ji serê sibehê saet di 09.00’an heta êvarê 89 îxbarên şewatê ji bo wan hatine.    Di 27’ê hezîranê de li navçeya Alduş a Semsûrê jî li qada daristanê şewat dest pê kir. Şewat ji ewil hate vemirandin lê demekî kin piştre dîsa dest pê kir. Ji ber bayê xurt şewat li qadeke fireh belav bû. Di 28’ê hezîranê de jî li nêzî gundê Sakizê yê navçeya Sîncîkê şewat dest pê kir û di demekî kin de li qada daristanê belav bû. Şewat hat vemirandin lê 30 donimên daristanê şewitîn.    LI GELEK BAJARAN ŞEWAT DERKETIN   Di heman demê de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê û bajarokê Madenê, li navçeyên Xana Axpar, Çermûg û Gêlê yên Amedê, li navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê, li Hezo ya Êlihê, li Dara Hênê û Gêxî yên Çewligê, li Xizxêr a Sêrtê, li Dêrik, Nisêbîn, Artuklu û Mehsertê yên Mêrdînê û li navçeya Çêlikan a Semsûrê şewat derketin. Şewat di demekî kin de hatin kontrolkirin lê şewata li Dêrikê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêkir. Welatî neçar man ku malên xwe vala bikin. Di 21’ê hezîranê de li navçeya Belkîs a Dîlokê jî şewat derket û 5 hektarên erdên çandiniyê û 10 donimên daristanan tune bûn. Her wiha 2 konteynir û depoya sotemeniyê ya li navenda hewînê ya penaberên sûriyeyî lê diman jî şewitîn.    MARMARA: LI ÇANAKKALEYÊ 575 HEKTAR ŞEWITÎN    Di hezîranê de li Marmarayê jî şewata herî mezin li Çanakkaleyê derket. Şewat di 18’ê hezîranê de li Girava Gelîboluyê derket û 575 hektarên erd şewitîn. Di 20’ê hezîranê de jî li Taxa Kîremîtoba ya navçeya Ezîneyê derket û maleke 3 qat û axûr şewitîn. Di 26’ê hezîranê de li navçeya Ayvacikê şewat derket û li Bajarê Antîk ê Assosê belav bû. Her wiha li navçeyên Bîgadîç, Bayramîç û Eceabatê jî şewat derketin. Di şewata li Kirklareliyê de jî 10 dekarên daristanê û 5 dekarên zeviyên genim şewitîn. Her wiha li Keşan a Edîrneyê, li Buyukorhon a Bursayê, li Akyazi ya Sakaryayê, li Balya, Susurluk, Kepsut, Altieylul, Bandirma, Burhaniye, Karesî û Îvrîndî yên Balikesirê jî şewat derketin.    EGE: UŞAK BI SAETAN ŞEWITÎ   Yek ji herêma herî zêde şewat lê derketin jî Ege bû. Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Îzmîrê da zanîn ku di navbera 1-21’ê hezîranê de 45 şewatên daristanan û 120 şewatên çoltarê çêbûne. Ev şewat li navçeyên Seferîhîsar, Bergama, Dîkîlî, Gazîemîr, Torbali, Çeşme, Kemalpaşa û Bornova yên Îzmîrê derketin. Şewata herî mezin a li Manîsayê di 21’ê hezîranê de li navçeya Salîhliyê deket. Şewat 5 saetan dom kir û 300 hektar şewitîn. Her wiha li navçeyên Kula, Şehzadeler û Yunusemre yên Manîsayê jî şewat derketin. Şewata herî mezin jî li gundê Akbulak a Uşakê derket. Şewat 40 saetan dom kir. Her wiha li navçeyên Mîlas, Menteşe yên Mûglayê, li Buldan û Babadag ên Denîzliyê, navenda Afyonê, navenda Kutahyayê, navçeyên Kuyucak, Koçarli, Bozdogan û Dîdîm ên Denîzliyê jî şewat derketin. Li Kuyucakjê 300, li Bozdoganê 22 li Mîlasê jî donimeke qada daristanê şewitî.    HERÊMÊN DIN   Di nava mehê de li navçeya Beyşehîr a konyayê, li navçeyên Aladag, Kozan û Feke yên Edeneyê, li navçeyên Gulnar, Erdemlî û Mutê yên Mêrsînê, li navçeyên Alanya û Manavgat ên Antalyayê, li navçeya Cîde ya Kastamonuyê û li navçeya Sarayduzu ya Sînopê jî şewat derketin. Li Erdemliyê 10, li Sarayduzuyê 3 hektar û nîv qadên daristanê şewitîn. Şewata li navçeya Kurucaşîle ya Bartinê ku ji ber têlên ceyranê deket jî zû hate vemirandin.    MA / Tolga Guney