Di kabîneyê de guhertin 2024-07-02 07:36:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji peywîrê hatin girtin.    Biryara Serokkomar a têkildarî tayînkirina wezîrên nû, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji peywîrê hatin girtin. Wezîrê berê Mûrat Kûrûm tayînî Wezareta Hawîrdoriyê, Midûrê Tenduristiyê yê Stenbolê Kemal Memîşoglû jî tayînî Wezareta Tenduristiyê hate kirin.    Ozhasekî, di peyama ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de weşand, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê “efûya xwe dixwaze” ku dest ji peywîra xwe ya wezîrtiyê berde.