Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir 2024-07-02 07:49:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa nijadperest ku li Qeyseriyê li dijî penaberên Sûriyeyê dest pê kir, duh bi şev belavî gelek bajaran bû. Li Qeyseriyê 30’yê tîrmehê li dijî penaberên Sûriyeyê êrişên nijadperest destp pê kiribû. Ev êrişên nijadperest duh bi şev belavî gelek bajaran bû. Grûbên nijadperest êrişî dikanên penaberan kirin û xesarê dan dikanan.    Êrişên nijadperest li Qeyseriyê, li navçeya Reyhanliya Hatayê, Bursa, Kilîs, Edene, Dîlok, Îzmîr û Stenbolê  pêk hatin û grûban êriş birin ser malên  penaberan jî.    Li Dîlokê hat gotin penaberek ji Sûriyeyê hatiye kêrkirin û videoya vê yekê li ser medya dîjîtal belav bûye.   Berdevkê  Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê yê CHP’ê Hasan Şencan vîdeoyek belav kir û got: “Xelkê Dîlokê yê hêja; ji kerema xwe em gazî zarokên xwe  bikin bila bên malên xwe. Di nav çalakiyên ku bên provekirin de ne. Ciwanên hêja vegerin malên xwe.”