ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-02 09:00:09   * Projeya terasa cam a ku li ser Newala Qoriyê û Geliyê Botanê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê çêkirin, derxist îhaleyê. Şêniyên gundê Bafê diyar kirin ku ev proje dê zirarê bide xwezaya herêmê û gotin: "Em êdî li vir nedikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî bi serbestî bigerin."    * Rojnamevan Keser Bûldan, ragihand ku li deverên ku Tirkiyeyê noqteyên kontrolkirinê çêkirine PDK'ê jî dest bi ambargoya zexîre û binçavkirinê kiriye.    * Welatiyên ku beşdarî mîtînga li dijî qeyûman a li Qada Kartalê bûn wiha bertek nîşan dan: "Şaredarî yên me ne, qeyûm xesp û darbe ne."   * Amadekariyên daxuyanî û birêkirinê yên li Wanê ku dê di 3'yê Tîrmehê de li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bên lidarxistin, didomin. Siyasetmedaran bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin meşê.    * Qeyûm li Artukluyê ji bo firotina hinek erseyan statûya wan guherand. Dadgehê diyar kir ku plana îmarê ya revîzyona qismî ji bo cemaweriyê sûdewar nîne û biryara betalkirina planê da.    * Kesên di “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin de cih digirin, dê ji Edeneyê ber bi Colemêrgê ve bi rê kevin. (09.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiyê ya Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana çalakiya “Nobeta Aştî û Edaletê” ya dayikên li pêşiya AYM’ê. (15.00) ZINDÎ   * Li Sêwasê dê bi boneya salvegera Komkujiya Madimakê meş were lidarxistin. Li gelek bajaran dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (10.00-19.00) ZINDÎ