PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê! 2024-07-02 09:01:26   NAVENDA NÜÛÇEYAN - Rojnamevan Keser Bûldan, ragihand ku li deverên ku Tirkiyeyê noqteyên kontrolkirinê çêkirine PDK'ê jî dest bi ambargoya zexîre û binçavkirinê kiriye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn Û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsana 2022'yan ve didomin. Tirkiye ku li gelek deveran binkeyên leşkerî çêkiriye, li herêmên di bin kontrola PDK'ê de jî noqteyên kontrolkirinê çêkirine. Ji Dengê Amerîkayê rojnamevan Kawa Omer, dîmenên qada ku noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê yên li Duhokê girtin. Hat diyarkirin ku leşkerên tirk li herêmên di bin kontrola PDK'ê de noqteyên kontrolê ava kirine û nasnameyan kontrol dike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tirkiye 35 kîlometreyan ketiye hundir û gundên li herêmê bandoreke nebaş ji êrişan digirin.    'TSK GUNDAN VALA DIKE'   Ji rojnamevanên ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin Keser bûldan, geşedanên dawî nirxandin. Bûldan diyar kir ku di 2 salên dawî de Tirkiye negihaştiye aramnca xwe û got: "Tirkiye bi biakaranîna êrişên hewayî û çekên qedexekirî xwest bigihê armanca xwe. Lê heya niha tu encam bi dest nexistiye û derbên giran xwarine."    Bûldan bal kişand ku Tirkiye dest bi valakirina gundan kiriye û got ku hêza ku piştgirî da vê rewşê PDK ye. Bûldan der barê baregehên leşkerî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi erêkirin û piştgiriya PDK'ê hatine avakirin de agahî dan û got: "Tirkiye ji 20 heta 30 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûrê û nêzî 30 baregehên nû ava kiriye. Tenê li herêmên Duhok, Amediye û Şeladizê, nêzîkî 83 baregehên leşkerî yên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hene. Piştî ku hin tevgerên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li ser xaka Basûrê bi dîmenan hatin tomarkirin, ji aliyê TSK û PDK'ê ve gef li gelek gundên kurdan hatin xwarin. Ji gundiyan re hat gotin ku yan gundên xwe vala bikin yan jî dê gundên wan bên bombebarankirin."   NOQTEYÊN KONTROLÊ   Bûldan diyar kir ku Tirkiye di 22, 23 û 24’ê hezîranê de bi gelek wesayîtên zirxî, tanq û leşkeran ketiye navçeya Amediye û bajaroka Kanî Masî ya Dihokê û got: “Di 24’ê hezîranê de leşkerên dewleta tirk êrişî gundê Kêste yê Kanî Masiyê kirin. Her wiha nasnameya xelkê gund kontrol kirin. Di medyaya dîjîtal de jî gelek dîmenên leşkerên tirk ên dema kontrolkirina nasnameyan û li gundan digeriyan hatin weşandin. Di van demên dawî de li gelek kolanên sereke yên Dihokê noqteyên kontrolê ava kirine."   HEVKARÊ TIRKIYEYÊ: PDK   Bûldan da zanîn ku bi avakirina noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê PDK'ê jî li hemû bazarên Şeladizê kamerayên ewlehiyê kom kirine û dest bi lêkolînê kirine ku kî zêde xwarinê dikire û got: “Xwestin bizanin ka ev xwarin ji bo malbatan hatiye kirîn yan ji bo endamên PKKê. Ji ber vê çendê gelek kes hatin binçavkirin. Ji aliyekê ve dagirkeriya dewleta tirk û zextên hêzên PDK'ê yên li ser gel dewam dikin û li aliyê din dewleta tirk êrişên li Avaşîn, Metîna, Zapê û Herêmên Xakurkê û Garê didomîne. Armanca van erişan dagirkirina axa Başûrê ye."   Bûldan wiha domand: "Niha li dijî van êrışên dewleta tirk bertek hene, lê ev bertek kêm in. Dagirkeriya li Başûrê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rastî nerazîbûnê nayê, ji ber ku bêyî hevkarî û daxwaza wan dewleta tirk nikarıbû vê dagirkeriyê bidomîne. Dema em li dîrokê dinêrin, ji xeynî xiyaneta PDK'ê ya li gelê kurd tiştekî din nayê dîtin. Zêdeyî 30 sal in hevkariya dewleta tirk û PDK'ê didome. PDK niha jî destekê dide. Di dagirkeriya li Başûr de PDK di warê lojîstîk, aborî û îstîxbaratê piştgiriyê dide dewleta tirk."