Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike 2024-07-02 09:02:53 WAN - Amadekariyên daxuyanî û birêkirinê yên li Wanê ku dê di 3'yê tîrmehê de li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bên lidarxistin, didomin. Siyasetmedaran bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin meşê.  "Meşa rêzgirtina li vînê" ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê hat destpêkirin, didome. Meşvan, wê biçin gelek bajaran û wê di 3'yê tîrmehê de li Wanê bên cem hev du. Piştî bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter daxuyanî bê dayîn, wê ber bi Colemêrgê meşeke 6 rojan bê destpêkirin.    BANGAWAZÎ   Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Guleşn Kûrtê anî ziman ku desthilatê cara sêyan vîna gel tune hesibandiye û got: "Li dijî vê bertekên me didomin. Gelek şandeyên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê, niha ber bi Wanê ve bi rê ketine. Em ê di 3'yê tîrmehê de daxuyaniyê bidin. Em hemû gelê xwe û rêxistinên civaka sivîl vedixwînin vê daxuyaniyê."    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Harûn Okay jî bang li hemû derdoran kir ku piştgiriyê bidin meşê. Okay got: "Desthilata AKP-MHP'ê têkçûna xwe ya li Colemêrgê hezm nakir, rabû qeyûm tayin kir. Em vê tayinkirina li dijî vîna gel qebûl nakin. Ev, bêhurmetî ye ku li vînê hatiye kirin. Ji bo em ji feraseta qeyûm rizgar bibin, bertekên gelê me girîng in. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku di 3'yê tîrmehê de dest pê bike û heya colemêrgê bidome."