Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane 2024-07-02 09:17:05   ŞIRNEX - Projeya terasa cam a ku li ser Newala Qoriyê û Geliyê Botanê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê çêkirin, derxist îhaleyê. Şêniyên gundê Bafê diyar kirin ku ev proje dê zirarê bide xwezaya herêmê û gotin: "Em êdî li vir nedikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî bi serbestî bigerin."    Talankirina xwezayê ya li herêma Besta, Cûdî, Gabar û herî dawî jî li herêma Komate ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hatiye destpêkirin, bênavber didome. Herêm bi maden û nefta ku tê derxistin veguherandine qada xilteyê.  Di van 3 salên dawî de herêm bi giştî bênefes  hate hiştin û çavkaniyên avê yê herêmê jî para xwe ji vê talanê digirin. Niha jî ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve li ser Newala Qoriyê ya li gundê Hespistê û Çemê Dîcleyê (Geliyê Botanê) ku di navbera gundê Bafê û Hespistê de ye terasa camê tê çêkirin. Gundê Bafê û Hespistê bi ser navçeya Hezaxa Şirnexê ve ne. Projeya terasa camê derxistin îhaleyê. Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê yê ku bi xwezaya xwe balê dikşîne ser xwe, niha jî tê xwestin ku bi vê projeyê bê rûxandin. Di heman demê de li gel vê projeyê li gundê Hespist û Bafê quleyên qereqolê jî tên  avakirin. Ji bo projeya terasa camê ya ku di 24'ê hezîranê de derxistin îhaleyê 47 mîlyon û 960 hezar budçe hat veqetandin. Bi vê projeyê ve wê xweza bi xesarek mezin re rû bi rû bimîne.    Gundiyan bertek nîşanî vê projeyê dan û anîn ziman ku ev proje rê li ber talankirina xwezayê veke.    'EM VÊ PROJEYÊ NAXWAZIN'   Ji şêniyên gundê Bafê Alya Akan anî ziman ku li gel pêkanîna vê projeyê ew ê êdî nekarin li gund bi awayeke serbest tevbigerin û wiha axivî: "Heke ku projeya ku behs dikin çêbikin em nikarin ji malên xwe derbikevin derve. Em bi zarokên xwe re diçûn seyranê me sewalên xwe dibirin diçêrandin. Em naxwazin jî lê belê dîsa jî çêdikin. Em ji çêkirina terasê aciz in. Çimkî tu feydeyê wê nîn e û pêdiviya me bi terasê nîn  e. Em her sal diçûn wê derê me giya kom dikir, sewalên xwe diçêrandin. Debara me li ser wê derê bû. Lê niha bi çêkirina terasê dê xwezayê hemû tune bikin. Em naxwazin ku terasê çêbikin. Çimkî ev ê bi xwe re texrîbateke mezin a xwezayî jî bîne. Ev der ciheke dîrokî ye bi vê destwerdanê dê tune bikin. Xesar têde heye lê feyde têde nîn e.  Em êdî nikarin bi awayeke serbest biçin bigerin. Em vê projeyê naxwazin."    'WÊ BI YEK CARÊ XWEZAYA ME TUNE BIKIN'   Ji gundiyan Nuriye Hazar jî bal kişand ser çêkirina projeyê û destnîşan kir ku  xeteriyên li ser xwezaya herêmê zêdetir dibin û got: "Berê em bi awayeke serbest diçûn û dihatin. Lê bi vê projeyê ji tamê derxistin û tu xweşiya wan deran wê nemîne. Aramî nehiştin. Em li dijî vê projeyê ne. Lê belê dîsa jî  çêdikin. Bi vê projeyê re tiştekî di destê me de nahêlin. Dê xwezaya wê û dîroka wê derê yek carê xera bikin. Dema ku amadekariyên vê projeyên kirin jî ji gundiyan pirk nekirin. Li gorî berjewendiyên xwe çêdikin lê em naxwazin. Rêyên gundê me 30 sal bûn çênedikirin piştî vê projeyê rê çêkirin. Ev rê jî ji ber vê projeya xwe çêkirine.    'WÊ GUNDÊ ME NEXWEŞ BIBE’    Ji gundiyan Şerif Malkaç jî bertek nîşanî çêkirina projeya terasê da û wiha got:  “Li gel vê projeya walî aramiya me nexweş bû. Ev ji me re zirar e. Ev rêya ku çêkirine jî ji bo ku projeya xwe pêk bînin çêkirine. Me beriya niha heywanên xwe dibirin wan deran diçêrandin lê belê em niha nikarin bibin. Em ne serbest in. Em biçin wan deran ew kevir wê bi ser me ve bên. Berê tirseke me ya bi vî rengî nebû. Lê niha heye. Em vê projeyê naxwazin. Em naxwazin ku ev teras çêbibe. Bi vê projeyê dê gundê me nexweş bibe.”    MA / Zeynep Durgut