Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin 2024-07-02 10:05:21   ÎZMÎR - Têkildarî têqîna tûpî ya li navçeya Torbaliyê ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 kes hatin girtin.    Di loqanteyeke li taxa Ayrancilar a navçeya Torbali ya Îzmîrê de di encama teqîna tûp de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes birîndar bûn. Têkildarî teqînê xwediyê loqenteyê û M.K. yê tûp guhertibû hatin binçavkirin. Her du kesên duh êvarî ji aliyê Fermandariya Cendermeya Bajar ve hatin binçavkirin, piştî karûbarê îfadeyê yê li vir, ji bo kontrola tenduristiyê birin Saziya Tiba Edlî û dû re sewqî dadgehê hatin kirin. Her du kesên ji aliyê dozger ve îfadeyên wan hatin wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.      Xwediyê loqenteyê G.K. li cendermeyê û dozgeriyê diyar kir ku tûp roja şemiyê piştî nîvro hatiye guhertin, kargeha wî heta saet 02.00’an vekirîbû, tu bêhna gazê newergirtine û sedemê teqînê nizanin. M.K. jî anî ziman ku tûp li gorî usûla wê guhertiye, kontrola wê kiriye. Her du kesan jî ev îfadeyên xwe li dadgehê dubare kirin.    Piştî îfadeyan Dadgeha Ceza ya Sulhê biryar da ku her du kes ji ber sûcê “bûna sedema mirina gelek kesan” bên girtin.