Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir 2024-07-02 10:06:09   MÊRDÎN - Di serdema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li ser “fermanê” meclisa şaredariyê “Plana Îmarê ya Revîzyona Qismî” qebûl kiribû. Dadgehê bi sedema “Ji bo cemaweriyê sûdewar nîne” biryar betal kir.    Dema Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di bin rêveberiya qeyûm de, di cotmeha sala 2022’yan de guhertina “Plana Îmarê ya Revîzyona Qismî” ji hêla dadgehê ve hate betalkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di sala 2022’yan de li bajar “Vekirina kargehan a pêkveyî” li dar xist. Rêveberiya qeyûm beriya hatina Erdogan, di çarçoveya “Bernameya Piştevaniya avahî ya ji bo jinên hevjînên wan wefat kirine” de projeyek amade kirin. Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî di çarçoveya projeyê de pêşniyarî Şaredariya Artukluyê kir ku devera 436 ada parsela hejmar 3 ya li taxa Yalimê bifiroşe.    BIRYARA AKP’YAN PIŞTÎ ‘TALÎMATÊ’ GUHERΠ   Endamên Meclisa Şaredariyên yên AKP û HDP’î, bi sedema ku qada tê pêşniyarkirin Qada Tesîsa Tenduristiyê ye, destûr nedan. Piştî biryara Meclisê, waliyê Mêrdînê yê demê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mahmût Demîrtaş, bi endamên Meclisê yên AKP’î re hevdîtin kir, jê re got ku qada behsa xeberê ji bo projeya di bernameya Erdogan de tê xwestin û talîmat da ku wê biryarê bi meclisê bidin qebûlkirin. Li ser vê yekê heman daxwaz di Civîna Meclisê ya Meha Mijdara 2022’yan de dîsa hate nîqaşkirin. Teklîfa “firotinê” îcar bi dengên AKP’iyan hate qebûlkirin û biryar hate dayîn ku parsela behsa xeberê bifiroşin Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî.    STATUYA WÊ HATE GUHERANDIN   Lê belê ji ber ku qada behsa xeberê Qada Tesîsa Tenduristiyê bû, diviyabû statûya wê bihata guherandin. Li ser vê yekê Plana Îmarê ya Revîzyonê bi lez û bez hate derxistin û statûya neguhêzbarê hate guherandin.    Şaxa Odeya Plankerên Bajar (ŞPO) a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê doz vekir. ŞPO’yê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê da û got: “biryar derqanûnî ye.” Rêveberiya qeyûm jî îdia kir ku “li gorî qanûnan guncav e.”    DADGEH: JI BO CEMAWERIYÊ SÛDEWAR NÎNE    Dadgehê jî di biryara xwe de got ku biryara hatiye dayîn “ji bo cemaweriyê sûdewar nîne.” Dadgehê bal kişand ser rapora kesê pispor û got ku “Plana Îmarê ya Revîzyona Qismî” ne li gorî usûlan hatiye kirin, fonksiyona ji bo parsela behsa xeberê hatiye kirin ne li gorî xwezayê ye, têkildarî parsela hejmar 3’yê de nêrîna saziyê nehatiye girtin, dema plana behsa xeberê dihat amadekirin nêrîna qada cemaweriyê nehatiye pirsîn, civîn an jî anket nehatine lidarxistin û tu daneyê têkildarî parselê di Rapora Vegotina Planê de tu agahî nînin. Dadgehê, da zanîn ku plana heyî ji bo cemaweriyê sûdewar nîne û bi van sedeman biryar betal kir.