Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin 2025-04-29 12:56:32   AMED - Di danişîna doza teqîna Pasûrê de ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryara hate dayin ku li şahidan were guhdarîkirin.    Li gundê Beyrokê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve di 12’ê Îlona 2019’an de teqînek rûdabû û 7 kes di teqînê de miribûn. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.  Hevşaredarên Pasûrê yên wê demê Fatma Ay û Fatîh Taş ên bi îdiaya kepçeya şaredariyê di bûyerê de dane bikaranîn ji wezîfeyê hatin girtin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûrê yê berê Mehmet Abidîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay ê di teqînê de xizmê wî miribû, encumenê Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û endamê PKK’ê Kendal Barût ji dozê tên darizandin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Barût, ji Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê bi SEGBÎS’ê tev li dozê bû û parêzerên wî Gozde Ergîn û Muhammed Kapanci jî di danişînê de amade bûn. Her wiha parêzerê Fatm Ay, Mehmet Emîn Aktar jî di dozê de amade bû.    Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger xwest ku rewşa girtî ya Barût bidome û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Piştre jî Barût axivî, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê vegot û xwest biryar were dayin.    'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’   Parêzerên Barût, Gozde Ergîn û Muhammed Kapanci, diyar kir ku miwekîlê wan çavekî xwe winda kiriye û xetere heye ku çavê din jî winda bike. Parêzeran, gotin ku di anîn û birina nexweşxaneyê de sepana lêgerîna nava dev li miwekîlê wan tê ferzkirin lewma naçe nexweşxaneyê û gotin ku divê mercên cîbicîkirina mafê tenduristiyê yê miwekîlê wan bên avakirin. Parêzeran xwestin miwekîlê wan tehliye bibe.    Parêzerê Fatm Ay, Mehmet Emîn Aktar jî xwest ku tevdîra kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat a miwekîla wî were rakirin.    Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê da. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya Barût bidome û di rûniştina din de li şahidan were guhdarîkirin.    Danişîna dozê taloqî 19’ê Hezîranê hate kirin.