GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist 2025-04-29 13:41:49   AMED - Meclisa Asayî ya Serdema Yekemîn a Sala 2025’an a GABB’ê civiya. Di civînê de Neslîhan Şedal dîsa weke Hevseroka GABB’ê hate hilbijartin.    Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) li Çand Amed (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) a li navçeya Yenîşehîr a Amedê yekemîn civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist. Hevserokên GABB’ê Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin jî di nav de hemû hevşaredarên DEM Partiyê tev li komcivînê bûn.   Komcivîn bi axaftina Hevşaredarê Rezana Amedê Sîraç Çelîk dest pê kir. Sîraç Çelîk diyar kir ku dema piştî hilbijartina 31’ê Adarê ketin şaredariyan, dîtin ku gelek kêmasî hene û wiha got: “Tevahî şaredariyên me hatibûn valakirin. Ji aliyê aboriyê ve gelek kêmasî hebûn. Derfet jî tune bû lê em e kêmasiyan ji holê rakin. Ji bo şaredarên me karê xwe bikin em ê di nav xebatan de bin. Em bawer in em qels namînin. Di 27’ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang kir. Hewceye em mil bidin hev vê pêvajoyê xurt bikin. Ji aliyê aboriyê ve em ê xwe xurt bikin. Em ê mil bidin milê hevdû vê pêvajoyê xurt bikin. Ji ber ku em berpirsiyar in.”   NESLÎHAN ŞEDAL DÎSA HATE HILBIJARTIN   Piştî axaftina Sîraç Çelîk ji bo hevserokatiya GABBê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Neslîhan Şedal dîsa weke Hevseroka GABBê hate hilbijartin.   TAYÎNKIRINA QEYÛMAN    Pişt re jî Neslîhan Şedal axivî. Neslîhan Şedal diyar kir ku wan saleke zehmet derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Desthilat ji bo em ne xebitin astengî derxistin pêşiya me. Lê hevalên me ew astengî derbas kirin û karê xwe mezin kirin. Ez li vir hevşarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin silav dikim. Di şexsê hevşaredaran de qeyûm tayînî vîna gel hat kirin. Em ê her dem li ber xwe bidin. Bi destê darazê tê xwestin ku vîna gel were binpêkirin. Lê em tu carî nahêlin vîna gel binpê bikin. Em bi GABB’ê li dijî van polîtîkayan têdikoşin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em behsa aştiyê dikin. Hêviya me mezin bû. Em tevahî şaredarên me ji bo aştiyê li vir in. Li vê ednigariyê jin tên kuştin. Li ser axa me ciwan dixwazin ku koçî cihên din bikin. Ji bo bajarên me demokratîk û ekolojîk bibin em ê têbikoşin.”   Piştî axaftinan, rapora darayî û fealiyetan a sala 2024’an dan ber hilbijartinê û bi piraniya dengan hate qebûlkirin.    Civîn, bi pêşniyar û axaftinan bi dawî bû.