Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand 2025-05-06 09:14:34 ENQERE - Rojnamegera girtî Reyhan Hacîogluyê diyar kir ku li girtiya bi navê Belma Nergiz a ku li dijî polisên îşkence li wê kirine serlêdana sûc kiriye, bi îdiaya "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" cezayê girtîgehê hatiye birîn. Rojnameger Reyhan Hacîoglû ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê girtî ye, diyar kir ku Belma Nergîz a li heman girtîgehê, der barê polisên îşkence li wê kirine de serlêdana sûc kiriye, lê belê tu encam bi dest neketiye. Reyhan Haciogluyê ragihand ku li Belma Nergîz bi îdiaya "li hemberî polîsan li ber xwe daye" cezayê girtîgehê hatiye birîn. Reyhan Haciogluyê bi nameyekê tiştên hatine serê Belma Nergizê ragihandin.    Reyhan Haciogluyê di nameya ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand de diyar kir ku Belma Nergiz bi hinceta ku li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Wanê hat kirine protetso kiriye, hatiye binçavkirin. Reyhan Haciogluyê ku ragihand ku Belma Nergiz di girtîgehê de rastî îşkenceyê hatiye û piştre hatiye girtin û di serlêdana sûc de ya der barê polîsên ku îşkence lê kirine de tu encam bi dest nexistiye. Di nameya xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku li Belma Nergizê 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.    Rehna Haicooglûyê di nameya xwe de cih daye bûyera 3'yê Nîsana 2024'an ên ku Belma Nergizê jê re gotine. Reyhan Haioglûyê ev tişt nivîsandine:    "Pêşî ez serdevkî dirêj kirim û bi pehîna li pişta min xistin. Wê kêliyê yekî bi porê min girt û li stuyê min xist. Ez ji xwe çûme. Gava ez hatim ser hişê xwe, min ferq kir ku tifî stuyê min kirine. Yekî ji wan tûpê agirkujiyê yê di wesayîtê de hilgirt û li serê min xist. Wê kêliyê pê re jî bênavber li lingê min dixist. Paşê ez serpiştê dirêj kirim û şelmaq li min xistin. Ev îşkence nêzî saetekê dewam kir. Ji ber ku tim li ser çavê min dixistin, kerika guhê min teqiya. Ez dîsa ji xwe çûbûm. Gava şiyar bûm talîmata 'wê têxin wesayîta binçavkirin' dihat dayîn. Tam ez dadiketim, yekî ji wan pehînek li ser çavê min xist û lêva min teqiya.   Min fêm kir ku ez ê neyêm kuştin. Piştre ez birim wesayîta binçavkirinê ya ku nêzî 20 kes tê de bûn. Piştî ku nêzî nîv saetê li vir sekinîn, polîsek jin û mêr li nasnameya pirsîn. Ji ber ku nasnameya min li gel min tunebû ez birim wesayiteke din. Min digot qey wê vê carê min bikujin. Dema polîsê ku wesayîta zirxî ajot got, 'Ez vê bêjiyê nas dikim'. Min jî bersiv da vê heqaretê. Heman polîs, got 'Cop bînin...' Çêr kirin. Paşê got 'Here çiyê, em dikarin li wir te bi rihetî bikujin. Em nikarin li Tirkiyeyê we bi rihetî bikujin.' Vê yekê geta demekê berdewam kir.   Tîmek din hat min hilda û ez xistim dobloyekê. Di vê navberê de ji ber îşkenceya ku li min hat kirin, xwîn ji devê min dihat. Ez ji serê hişê xwe çûm. Bijîşk rapor çêkir û got xetereya mirinê tune ye û got, ji ber kerika guhê min teqiyaye û derbên li pişta min divê min bibin nexweşxaneyeke tam teşekulî. Lê ez nebirim cihekî, rasterast ez birim nezaretxaneyê. A din a rojê jî demildest hatim girtin.   Belma Nergiz a ku ev salek girtiye, tevî ku gelek caran serî li nexweşxanê daye jî ji bilî du caran ji bo guh ew nebirine bijîşk. Belma Nergiz ku ji ber derbeyên ku li lingê xwe yê rastê xwarine nikare baş bimeşe û êşa ser çavê wê û stuyê wê jî didome. Ji bilî pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber îşkenceyê, pirsgirêkeke din a girîng a tenduristiyê jî alerjiya xwarinê ye. Li gel ku gelek caran agahî daye girtîgehê ku alerjiya wê heye û divê xwarin bê testkirin jî, jê re hatiye gotin ku li Wanê derfeta testeke bi vî rengî tune ye. Ji ber vê BElma Nergiz nikare pir dermanan bi kar bîne û hema bêje tenê tiştên taştê dixwe. Belma Nergiz gelek caran daxwazname nivîsandine. Tenê dixwaze bê dermankirin û ji bo xwarinê çareyek bê dîtin."    MA / Melîk Varol