Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin 2025-07-07 23:30:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Enformasyonê ya KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber ewlehiyê dê toren zindî neyê weşandin û rojnameger tev li nebin. Buroya Enformasyonê ya KCK'ê der barê daxuyaniya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji bo endamên PKK’ê re bike û merasîma li başûrê Kurdistanê were lidarxistin de agahî da. Buroya Enformasyonê ya KCK'ê daxuyand ku plansaziya der barê rêxistinên medyayê û rojnamevanên ku ji bo şopandina merasîmê hatine de guheriye û ev daxuyanî da: "Ji ber rewşa ewlehiyê ya guherbar, hûrguliyên merasîma ku hatibû plankirin li Silêmaniyê pêk were, di demek kurt de hatin guhertin. Merasîm wê wekî ku hatiye plankirin pêk were, lê wê zindî neyê weşandin û çapemenî beşdar nebe. Ji ber vê yekê em pir xemgîn in û em rîca dikin ku ev guhertina lezgîn a kêliya dawî wê erênî were dîtin. Wê li nêzîkî cihê merasîmê ekranek were danîn  û dawiyê wê qeydên merasîmê lê wir were weşandin. Tekane rêya ku em we agahdar bikin ev e. Hûn vexwendiyê wir in. Dibe ku hin ji we ji ber guhertina kêliya dawî de biryara beşdarnebûna merasîmê bidin; em vê biryarê bi baş fêm dikin, rêzê jê digirin û ji ber vê nerehetiyê em xemgîn in."