Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê 2025-07-21 12:47:28   NAVENDA NÛÇEYAN -    Dengvedanên Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Tê gotin ku ji bo ev bang bikeve meriyetê, divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê. Ji berdevkên federal ên Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) Tobîas Schweîger işaret bi girîngiya pêngava hatiye avêtin kir û anî ziman ku divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bê destekkirin.    Schweîger ji ANF'ê re axivî û ji bo pêvajo veguhere aştiyê banga hevgirtinê kir.   Schweiger anî ziman ku piştgiriyê didin hewldana PKK’ê ya ji bo danîna çekan û wiha axivî: “Ev yek ji bo pêvajoyeke berfireh a aştiyê gaveke girîng e. Bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku Tevgera Kurd bi fedakariyeke mezin ev gav avêtiye.”   Schweiger bi bîr xist ku li Tirkiyeyê û welatên derdor li ser gelê Kurd zexteke giran tê kirin û destnîşan kir ku di çarçoveya vê rewşa dîrokî de avêtina gava aştiyê xwedî wateyeke gelekî mezin e û got, “Ji ber vê yekê em bi gelê Kurd re ne. Divê hikumetên Tirkiye, Sûriye û Iraq bersivê bide vê gavê.” Schweiger anî ziman ku hîn jî zexta siyasî li ser civaka Kurd heye, mafên wan ên xwerêveberiya demokratî nayên naskirin û destnîşan kir ku raya giştî ya navneteweyî nabe ku li pêşberî vê yekê bêdeng bimîne, ev bêdengî polîtîkayên zextê hîn mezin dike. Schweiger got, “Gelekî girîng e ku di asta navneteweyî de zext li rejîma li Enqereyê û hikumetên li Sûriye û Iraqêe bê kirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd destê aştiyê dirêj kir. Divê ev bang bê naskirin û piştgirî jê re bê dayin. Tenê bi vî rengî ev gav ji bo herêmê dikare veguhere aştiyeke mayinde. Di heman demê de divê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd bikeve rojevê.”   TOBÎAS SCHWEIGER KÎ YE?    Tobias Schweiger ku di sala 1990'î de li Grazê ji dayik bû, felsefe, zanista siyasî, sosyoaborî û pêşketina navneteweyî xwend. Di sektorên cuda yên weke gastronomî, pirtûkfiroşî û perwerdeya temen mezinan de xebitiye. Ji sala 2021'an û vir ve yek ji şeş berdevkên federal ên KPO’yê dixebite.