Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye 2025-10-13 14:46:26 EDENE - ÎHD, AATUHAY-DER û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê aşkera kir. Endamê OHD’ê Azîz Sari, got: “Tecrîd, êrişeke yekser a li dijî aştiya civakî ye.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî Edeneyê (AATUHAYDER), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di navbera mehên Hezîran-Îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hatine kirin, bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî, li avahiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê hate dayin. Hat destnîşankirin ku rapor li gorî agahiyên di hevdîtinên rû bi rû de, bi rêya nameyan û daxwaznameyan de hatine berhevkirin hatiye amadekirin.    GIRTÎGEHA HEJMAR 1 A BI EWLEKARIYA BILIND A SULUCAYÊ    Di raporê de ji ewil behsa binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hate kirin. Hat gotin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin; sewqên girtiyên zexta lêgerîna nava dev red dikin a ji bo nexweşxaneyê nayê kirin; cezayên disiplînê lê tên birîn; hem li girtîgeha Sulucayê hem jî li ya Kurkçulerê kotaya avê heye ku ava tê dayin qirêjî û bikils e, girtî neçar dimînin ku hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo pêdiviyên paqijiyê heman avê bi kar bînin, ji ber vê sedemê neçar girtî neçar dimînin ku ji kantînê ava biha bikirin; xwarinên nebaş, bêhîjyen û kêm tên dayin û rewş agirtiyên nexweş ên divê xwarina wan cuda be jî tê paşguhkirin.    MERCÊN TECRÎDÊ TÊN GIRANKIRIN   Di berdewamê de hate gotin ku girtiyên 23 saetan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin tenê ji bo saetekê derdixînin hewşa girtîgehê, ji bo hewşê jî tenê 4 heta 6 kesên li heman korîdorê dikarin biçin û ev sepan tê wateya “mercên tecrîda girankirî”. Bi domdarî binpêkirinên li vê girtîgehê weke sepanên keyfî, cezayên disiplînê, qedexeya pirtûkên Kurdî û rojnameyan, astengkirina hevdîtinan, astengkirina hevdîtinên ser telefonê û nedayîna kargoyan hatin rêzkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku avahiya Girtîgeha Sulucayê ya bi “tîpa bîrê” gefê li tenuristiya mirovan dixwe, ode bi mezinehiya 8x5’ê ne, pace 30x40 cm û bi têlên qefesê hatine pêçandin. Hat gotin ku ev rewş hem nahêla ronahî têkeve hundir hem jî hewa û dişibe darbesteke ji betonê.    GIRTÎGEHA TÎPA F A KURKÇULERÊ   Di raporê de ji bo Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî hate gotin ku heman binpêkirin tên jiyîn. Hat destnîşankirin ku destûr nayê dayin girtî tev li atolye û çalakiyên civakî bibin, girtiyên cezayê muebbedê lê hatiye birîn nikarin bi hev re hevdîtinê bikin û zexta lêgerîna nava dev didome.    Di beşa encamê ya raporê de jî hate diyarkirin ku girtîgeh veguherîne qadên tecrîd û îzolasyona sîstematîk û banga lêkolîna awarte li Wezareta Edaletê û saziyên mafên mirovan hate kirin. Şaxa ÎHD’a Edeneyê û Nûnertiya OHD’ê ya Edeneyê dan zanîn ku rapor tenê bi van her du girtîgehan bisînor nîne û heman şert û merc li seranserî Tirkiyeyê di girtîgehên bi ewlekariya bilind de tên jiyîn û ev bang kirin: “Girtîgeh divê li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin.”    Piştî parvekirina raporê, endamê OHD’ê Azîz Sari daxuyaniya hevpar xwend.   'TECRÎD, ÊRIŞEKE LI DIJÎ AŞTIYA CIVAKÎ YE’   Sari, diyar kir ku gel û derdorên oldar daxwaza xwe ya aştiya civakî, edalet û çareseriya demokratîk bi biryardarî tînin ziman û got: “Polîtîkayên zext û tecrîdê yên sîstematîk ên li girtîgehan êrişeke li dijî vê hêviyê ye. Ev polîtîka ne tenê girtiyan lê tevahiya civakê hedef digirin. Tecrîd, êrişeke yekser a li dijî aştiya civakî ye.”   DAXWAZ RÊZ KIR   Sari, xwest ku Tirkiye di çarçoveya peymanên navneteweyî de ji bo girtîgehan gavên lezgîn biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Divê mercên tecrîdê yên li ser girtiyan bên rakirin; sepanên îşkence, miameleya xerab û înfaza keyfî bên bidawîkirin; rapirsînên îdeolojîk ên bi destê lijneyên çavdêriyê tên kirin tavilê bên bidawîkirin; di serî de Kurdî pêwendîdanîna bi hemû zimanan divê azad be; girtiyên nexweş divê bên berdan û divê mafê tenduristiyê ji keyfiyeta rêveberiyên girtîgehan re neyên hiştin. Aştiya civakî û demokrasî, bi hiqûqeke wekheviya gelan û hevrûbûna bi rabûrdiyê re misoger dike pêkan e. Tu zext, tundî û polîtîkayên înkarê dê nekare vê daxwaza rewa û birûmet têk bibe.”