'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike' 2025-10-15 09:02:44   WAN - Prof. Dr. Nasser Keramî bal kişand ser nîqaşên li ser veguhestina paytexta Îranê ku bi krîza av û hilweşîna zemînê re rû bi rû ye û diyar kir ku ev krîz encama polîtîkayên rejîmê ye û rejîm ne xwedî kapasîteya çareserkirina wê ye.   Paytexta Îranê bi xerîdariyeke zêde û krîza avê re rû bi rû ye. Krîza avê û hilweşîna zemînê ya ji ber kişandina ava, bûye sedema nîqaşên li ser veguhastina paytextê. Daxuyaniya kurt a Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian a li ser veguhastina Tehranê ev nîqaş derxist holê. Erdnîgarnas û zanyarê avhewayê yê Îranî Prof. Dr. Nasser Keramî, nîqaşên li ser veguhastina Tehranê, bajarekî ku nêzîkî 9 milyon kes lê dijîn, nirxand û diyar kir ku pirsgirêka avê ji ber polîtîkayên rejîmê ye.    Keramî diyar kir ku Tehran û niştecihên derdora wê pir qelebalix in û ev yek zexteke mezin li ser çavkaniyên avê dike. Keramî destnîşan kir ku ev rewşek bi pirsgirk e û dibe sedema zirara jîngehê û guhertinên berfireh di xwezayê de. Keramî, diyar kir ku piraniya ava Tehranê ji hewzên 150-200 kîlometre dûr tê û got: "Car caran hewl hatine dayîn ku hewcedariyên avê yên vê metropolê werin peyda kirin." Keramî wiha domand: "Lê jîngeha xwezayî bi giranî zirar dîtiye û dabînkirina avê her ku diçe dijwartir û bihatir bûye. Bi gotineke din, em ji nişkê ve bi krîzeke mîna kêmbûna ava vexwarinê û tevahî re rû bi rû nabin ji ber ku ev metropol hîn jî qismî bi çavkaniyên avê yên Çiyayên Elborz ve girêdayî ye. Ev tê vê wateyê ku çiya avê mîna îspongan hildigirin, lê zexta li ser van çavkaniyan zêde bûye û dabînkirina avê her ku diçe dijwartir û bihatir dibe."   VEGUHESTINA PAYTEXTÊ   Keramî diyar kir ku veguhastina paytextê ne çareserî ye û dê pirsgirêkên din biafirîne û got ku tenê veguhastina beşek ji nifûsê pirsgirêkê çareser nake. Keramî, got ku veguhestina milyonek kesan dê bandoreke girîng li ser avahiya bajarî bike û got: "Digel vê yekê, hin ji pirsgirêkan dê berdewam bikin. Bi raya min, her çend metropolek 9 milyon kes lê hebin jî, bajarên 7-8 milyon dê hîn jî pirsgirêkên xwe hebin û gelek pirsgirêk dê berdewam bikin. Ji ber vê yekê, veguhestina paytextê çareseriyek dawî û bi tevahî bi bandor nine. Her çend ez ji ber sedemên jîngehê û yên din rexne li veguhestina paytextê digirim jî, ez van jî li ber çavan digirim."   Keramî bal kişand ser nîqaşên rêveberiyê yên li ser veguhestina paytextê û got ku ev nîqaş ji cidîbûnê dûr in û armanc ew e ku bala raya giştî bikişînin û got: "Niha tu projeyek cidî an lêkolînek teknîkî ya der barê vê yekê de tune ye. Daxuyaniyên bi vî rengî armanc dikin ku kêmasiyên avahîsaziyê veşêrin. Rejîm ji bo veşartina berpirsiyariya xwe serî li pêşniyazên balkişandinê dide."   Keramî diyar kir ku rêveberiyê îrade û kapasîteya xwe tune ku projeyên çareseriyê yên ku pêşkêş kiriye bicîh bîne û got: "Ez van gotinan cidî nagirim. Komara Îslamî der barê rêziknameya jîngeh û cihwarî de bernameyek hevgirtî tune. Rejîm rewatiya xwe winda kiriye û bûye avahiyek ku hewl dide bi rêya zordariyê bijî."   MA / Zeynep Dûrgût