Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar 2025-10-16 10:06:30 WAN - Dermanê kurmancî ku şûna tiba nûjen digire, li Kurdistanê ji aliyê jinên "şîfakar" didome. Ji kesên vî karî dikin Rabîa Algorê ji hêla jinan ve domandina şîfakariyê ravekir û got ku mêr zêde bala xwe nadin nebatan û axê, lê meraqa jinan heye.    Tiba kevneşopî ango dermanê kurmancî ku şûna tiba nûşen digire, nifş bi nifş didome. Dermanê kurmancî ku li Kurdistanê bi keda jinên wekî "şîfaker" tên binakirin, "şîfa"yê belav dike. "Şîfakeriya" ku îşaret bi pêwendiya jinê ya bi xwezayê dike, gelek nebatan bi kar tîne û bêyî mudsaxileyeke cerahî di gelek nexweşînan de bibandor e. Ji nûnerên "şîfakariyê" Rabîa Algor a 63 salî ku li gundê Şvreş ê navçeya Payîzava ya Wanê hatiye dinê, bandor ji jinên şîfakar ên hatine gundên wan girtiye. Piştî vê bi demê re Rabîa Algor jî daye ser vê rêyê. Bi demê re li Taca Duzyol a Tûşba ya Wanê ev yek domandiye. Rabîa Algor ku tim diçe gundên derdorê û nebatên bişîfa kom dike, ewilî di warê dermankirina sulûkê de xwe pêş xistiye û paşê yên din.    Rabîa Algorê anî ziman ku ew bi feraseta bazirganiyê vî karî nake, bi feraseta tenduristiya mirovan dike û got: "Min tu perwerde nedîtiye, lê eleqeyeke min bi xwezaya mirovan û nexweşiyan re hebû. Dema ku min di zarokatiya xwe de eleqeya xwe bi vê yekê nîşan da, kesî min cidî negirt. Wê demê ne nexweşxane hebûn, ne jî cihek ji bo dermankirinê hebû. Li gundên me, jinên pîr hebûn ku me ji wan re digot 'pîrik'. Ew an gundiyên me bûn an jî ji gundekî din dihatin. Em bi destê van jinan dihatin dermankirin."    Rabîa Algorê bilêv kir ku her tiştî ji wan jinan hîn bûye û got: "Ez bi rêbazên xwe hatime roja îro. Ez êşê û pirsgirêkê li ku bibînim, ez jê fêm dikim. Ez dikarim derman bikim. Ji bo ez mirovên xwe derman bikim, min daye ser vê rêyê."    'EZ DERMANAN NAFIROŞIM'   Rabîa Algor ku dibêje wê ji jinên gundê xwe, diya xwe û dapîra xwe nebatên dermanan hîn bûye û heta roja îro aniye, got ku ew demeke dirêj e xwe bi wan derman dike. Rabia Algorê bilêv kir ku ew nebatên bişîfa berhev dike û bi wan dermanan çêdike lê ew wan nade kesên ku dixwazin bên dermankirin û got: "Ez naxwazim sixtekariyê bikim. Ez ji kesî re nabêjim, 'Were, min dermanek çêkiriye, ez bidim te.' Ez vê yekê wekî sixtekarî dibînim. Mirov tên ba min û dibêjin ku ev an ew nexweşiya wan heye. Ez nebatên ku ez dizanim pêşniyazî wan dikim. Ez derman û tevlihevên ku ez çêdikim û vedixwim ku ji bo wan baş in pêşniyaz dikim û ez çêkirina wan nîşanî wan didim."    'EZ BERÊ WAN DIDIM BIJÎŞKAN'   Rabîa Algorê cara ewil jinekê derman kiriye û piştî wê dest bi vî karî kiriye. Rabî Algorê wiha got: "Ji heman taxê hevaleke min hebû. Gava hevjînê wê, ew anî cem min, fitiqa wê teqiyabû. Min bi sulûkê ew derman kir. Piştî jinik baş bû, her tişt dest pê kir. Gava min wê sax kir, ez pir kêfxweş bûm. PIştî vê mirova hatin cem min. Ji bo mirovan, çi ji destê min tê ez dikim. Helbet ez jî nexweş dikevim û gava nexweş dikevim diçim cem bijîşkan. Gava mirov pir nexweş dikevin telefonî min dikin, ez ji wan dipirsim ku ku derê wan diêşe. PIştî dibêjin ez berê wan didim bijîşk. Bêyî bijîşk ez tiştekî nakim. Teşxîsa ji sedî 90'ê wan rast dertê. Hin nexweş li min digerin dibêjin, 'Te çi got, bijîşk jî ew tişt got.'"   Rabîa Algorê destnîşan kir ku sektora tenduristiyê niha bûye warê pereqezenckirinê û got: "Sektora taybet niha bûye cihê pereqezenckirinê. Ez bi vê diêşim."   Rabîa Algorê anî ziman ku dermankirina mirovan hem karekî dilxwazî hem jî tiştekî baweriyê ye.    MA / Ceylan Şahînlî