Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin 2025-10-18 14:28:52   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqubeta Fehmî Tosûn ku 30 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û gotin: "Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin."   Dayikên Şemiyê 1073'emîn çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hat windakirin û hatin kuştin pirsîn û xwestin kiryar bên cezakirin. Di çalakiya ku li Qada Galatasarayê hat lidarxistin de, li aqûbeta Fehmî Tosûn ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de li Avcilara Stenbolê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. Di çalakiyê de ku gelek kes beşdar bûn, wêneyên kesên ku di bin çavan de hatin qindakirin û qurnefîl hatin hilgirtin.   Ozlem Zingil ku çîroka Fehmî Tosûn xwend, got: "Em, bi Malbata Tosun re, ku sê nifş in di bin siya înkar, bêcezatiyê û tundûtûjiyê de ji bo rastî û edaletê têdikoşin, dipirsin, Fehmî Tosun li ku ye?" "Di sibeha 19'ê Cotmeha 1995'an de, Fehmî Tosun, bavê pênc zarokan ê 35 salî, li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Hüseyin Aydemir re taştê xwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin."    Ozlem Zingilê wiha domand: "Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmi Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya, 'Ew ê min bikujin!' wan bazdan ber bi wî ve, lê Fehmi bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanım Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina mêrê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Lêbelê, piştî kontrolkirina plakayê û çend telefonan, polîsan tu tedbîr negirtin û gotin, 'Em nikarin tiştekî bikin.' Hanım Tosun û Komeleya Mafên Mirovan hemû tedbîrên qanûnî girtin da ku bûyerê li ber çavan raxînin. Lêbelê, wan înkar kir ku Fehmi Tosun hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmi û ne jî Huseyin Aydemir, ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin."   Ozlem Zingilê parve kir ku malbat, ji ber ku bi rêyên hiqûqî yên navxweyî nekaribûn encam bi dest bixin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û got: "Di doza ku di sala 2003'an de bi encam bû de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMMEyê de got: 'Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmi Tosun xemgîn e'. Tevî ku DMME'yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmi Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê lêpirsînek bi bandor bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê ji ber dememboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin."   Ozlem Zingilê diyar kir ku ji bo eşkerekirina windabûna Fehmî Tosun di dema binçavkirinê de ti gav nehatine avêtin û destnîşan kir ku ne delîl û ne jî berpirsiyar hatine destnîşankirin. Ozlem Zingilê got: "Dosye bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin:  Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya qanûna gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."   Hevjîna Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn, piştre axivî û got: "Min 30 sal berê li vir dest bi têkoşînê kir. Mêrê min di dema binçavkirinê de winda bû. Lê min li vir têkoşîn da ku careke din kes winda nebe. Me winda nekir, ew winda dikin. Edalet ji Qada Galatasarayê derbas dibe."   Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn, çalakî bi dawî bû.