Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist 2025-10-21 10:17:29 AMED - Gulistan Al, li dijî qedexeya rêveberiya girtîgehê ya firçe û boyaxan, boyaxa solan û firçeyê ji ta yên pora xwe çêkirî bi kar anî û ev qedexeye bêwate kir.  Gulistan Al, li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê tê ragirtin. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê boyax û firçe nedayê, wê jî serî li rêbazekî cuda da. Gulistan Alê, pora xwe jê kir û veguherand firçeyê û bi bikaranîna boyaxa solan resmên xwe yên nîvcomayî temam kir. Gulistan Alê, resmên Şahmaran û Teyrê Tawûs çê kir. Di hevdîtina 10’ê Cotmehê de ev resm radestî dayika xwe Emîne Alê kir.    Emîne Alê da zanîn ku keça wê ji Gulana 2016’an heta niha girtî ye û dgot ku zextên li ser girtîgehê didomin. Bi domdarî Emîne Alê destnîşan kir ku keça wê li girtîgehên Osmaniye û Dîlokê rastî zextên giran hatiye û wiha got: “Li Edeneyê hate girtin. Piştre jî birin Osmaniyeyê, Dîlokê û herî dawî anîn Kayseriyê. Nêzî 5 sal in li wir e. Bi taybet jî li Girtîgeha Osmaniyeyê zilm lê hate kirin. Dema li Girtîgeha Dîlokê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekarî dikir, şandin Kayseriyê.”    PORA XWE KIR FIRÇE Û RESM XÊZ KIR   Di berdewamê de Emîne Alê anî ziman ku di 10’ê Cotmehê de çûye serdana keça xwe û keça wê binpêkirinên li girtîgehê parve kiriye. Emîne Alê, bi domdarî got: “Beriya niha resm çênedikir. Li girtîgehê dest pê kir. Dê pirtûkê binivîse lê kaxizê jî nadin wan. Dê resman çêbike lê destûra nadin vê jî. Keça min jî pora xwe jê kir û weke firçe bi kar tîne. Boyaxa solan jî bi kar tîne û resman çêdike. Dema ez çûm serdana wê ev resm dane min. Xwest bidim MEBYA-DER, TUAY-DER û jinan.”   Emîne Alê got tevî pêvajoyê jî zextên li girtîgehan didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Birêz Ocalan pêşengtiya aştiyê dike lêbelê dewlet û gelê Tirk jidil nêz nabe. Zêxt hêj didomin. Hûn jî rewşa girtîgehan dibînin. Dengê dayikên leşker û polîsan dernakeve. Em bang dikin ku dewlet di mijara aştiyê de cidî be û Tirk jî piştgiriyê bidin aştiyê. Tu kes ji aştiyê winda nake lê ji şer winda dike.”    GULISTAN AL KÎ YE?   Gulistan Al, di sala 1992’yan de li gundê Terbîlê yê Çermûg a Amedê ji dayik bû. Malbata wê koçî navçeya Kepezê ya Antalyayê kir û Gulistan Alê dibistana seretayî, ya navîn û amadehî li wir xwend. Dema di Beşa Bazarkariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê dixwend hate girtin. 4 mehan di Girtîgeha Meletiyê de ma û hate berdan. Di sala 2016’an de li Edeneyê dîsa hate girtin. Di sala 2017’an de cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Al, niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.    MA / Fethî Balaman