Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî 2025-10-24 15:59:00   AMED - Endamên Koma Amed ku dê li Amedê konserê bidin, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li cihê le hatiye qetilkirin, bi bîr anî.    Endamên Koma Amedê ku ji bo konserê duh hatibûn Amedê, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin, li ber mînareyê bi bîr anîn. Endamên komê, qurnefîl danîn cihê Elçî lê hatibû qetilkirin. Piştre jî çûn serdana Komeleya Jinan a Çand Huner û Wêjeyê (KASED) û Ma Musicê. Di serdanan de endamên komê bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Endaman, li Ma Musicê stran gotin. Hevdîtinên komê yên li bajar didomin.    Konsera Koma Amed dê sibe saet di 18.00’ê de li Parka Newrozê were lidarxistin. Konser, bêpere ye.