Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike 2025-10-24 15:59:04 MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di kongreya DBP’ê ya Qoserê de axivî û got: “Ger dewlet bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike.” Partiya Herêmên DemokratÎk (DBP) a Qoser a Mêrdînê, 7’emîn Kongreya Asayî li darxist. Gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Kongre, li eywaneke dawetan a li navçeyê hat lidarxistin.  Konge piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydeniz di kongreyê de axivî û qala giringiya xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Saliha Aydenizê ev tişt got: “Ji bo avakirina civaka demokratîk erk û berpirsiyariya partiya me girîng e. Îro bi saya têkoşîna gelê me ve vê pêvajoyê dest pê kir. Têkoşîna jinan, têkoşîna ciwana pêvajo anî vê astê. Gelê Kurd li her deverê li ber xwe da. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dema banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, berpirsiyarî xist ser milê dewletê. Lewre aştî ne tenê ji bo Kurdan herwiha ji bo dewletê jî pêwîst e. Divê dewlet jî li gorê wê gavên jidil, şênber û bicesaret biavêje.”     ‘DIVÊ OCALAN AZAD BE’   Saliha Aydenîzê destnîşan kir ku kesên dixwazin pêvajo bi serkeve divê azadiya Ocalan mîsoger bikin û wiha pê de çû: “Ger dewlet bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike. Ev ne pirsgirêka Kurdan tenê ye pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê dewlet jî li gorî vê yekê nêz be. Herwiha divê tavilê komîsyon jî biçe bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”    Piştî axaftinê raporên darayî û xebatê hatin xwendin.   Herî dawî hilbijartin hate kirin û Metîn Aslan û Sultana Yûsûfoglû wek Hevserokên DBP’ê yên Qoserê hatin hilbijartin.