Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin 2025-10-26 14:08:32   ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.    Dihat payîn ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 28’ê Cotmehê de hevdîtinê bikin. Lêbelê ev hevdîtin hate taloqkirin. Hat zanîn ku hevdîtin dê di 30’ê Cotmehê de bê kirin. Hevdîtin dê li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê bê kirin. Saeta hevdîtinê hêj diyar nebûye.    Heta niha Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erdogan du caran civiyane. Di hevdîtina ewil a di 10’ê Nîsanê de Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Wekîlê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di şandeyê de cih digirt û hevdîtin li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê hat kirin. Hevdîtina duyemîn jî di 7’ê Tîrmehê de hate kirin. Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar di şandeyê de cih digirt. Her wiha Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê de cih girtin û hevdîtin nêzî saetekê domiya bû.