Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e 2025-10-26 16:49:43   AMED - Welatiyên tev li konsera Koma Amedê bûn, gotin: “Ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji her tiştekî girîngtir e. Heta ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Koma Amed, piştî 30 salan cara ewil li Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan konsereke bicoş li dar xist. Bi sed hezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi kelecaneke mezin tev li konserê bûn, bi dirûşmên xwe aşkera kirin ku navnîşana çareseriyê ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi sed hezaran kesan di tevahiya konserê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Welatiyên tev li konserê bûn, diyar kirin ku Koma Amed ji bo wan gelek girîng e û konsera wan a piştî 30 salan kelecaneke mezin di wan de ava kiriye.    Welatiyan, anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaza wan a sereke ye û gotin: “Heta Rêbertiya me ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê cidîbûna pêvajoyê nebe. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ku avakerê vê pêvajoyê ye, ji bo me ji her tiştekî girîngtir e. Em, deyndarên Serok in. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertiyê bidomînin.”    Welatiyan, daxwaza aştiyê kirin û xwestin ku dewlet û îktîdar jî gavan biavêjin.