Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin 2025-11-06 11:07:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi şev herêmên li rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên giran hate bombebarankirin.    Fermandariya Hêzên Parêzvanên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz duh bi derengiya şevê bajarokê Resas ê li rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komên tundraw ên girêdayê desthilata terorîst a serdest a Şamê ku hewl didin îstiqrarê xirab bikin û tirsê bixin nava sivîlan, careke din agirbest binpê kir û bi awayekî bê serûber gule ber bi bajarokê Rîsasê ve reşandin.  Ev êriş li rêzebinpêkirinên wê yên sîstematîk zêde dibe.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Niştimanî bi rêbazên guncav bersiva jêdera êrişê dan û wiha hat bidawîkirin: “Hêzên Parêzvanên Niştimanî ku geşedanên meydanî bi baldarî dişopînin dê bersiva êrişan bidin û ewlehiya xelkê El Cebel û rûmeta wê biparêzin."