'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be' 2025-11-14 09:20:41 WAN - Rêveberê TUHAY-DER'ê Nedîm Şîpal û endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê Kemal Tîbelîk bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku divê girtiyên nexweş ji bo her kesî pêşîniya sereke bin û daxwaza berdana wan kirin. Pêvajoya ku di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, hîn jî yek ji mijarên herî sereke yên rojevê ye. Di vê çarçoveyê de yek ji mijarên sereke yên di rojevê de rewşa girtiyên nexweş e. Ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilat û dewletê, rewşa girtiyan hîn jî ne diyar e û tenduristiya wan roj bi roj xirabtir dibe.   Endamê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê Nedîm Şîpal bal kişand ser mijarê û diyar kir ku li girtîgehên Wan û herêmê nêzîkî 100 girtiyên nexweş hene. Şîpal got: "Di nav van nexweşan de bi dehan girtiyên bi nexweşiyên derûnî, pençeşêr, tuberkuloz û nexweşiyên giran ên bi vî rengî hene. Şert û mercên girtîgehê xirab in; xetera enfeksiyonê pir zêde ye. Ji bo anîna van nexweşên giran ji bo nexweşxaneyê demeke dirêj digire û dema ku ew tên, ew rastî muameleyên nemirovane tên, wekî dermankirina bi kelemçe. Dema ku ew vedigerin girtîgehê, ew rastî lêgerîna fizîkî tên. Girtiyên nexweş û pîr hene ku nikarin li xwe binêrin û divê hevalên wan ên girtî li wan binêrin. Divê ev kes demildest werin berdan û divê ew li derve û di hawîrdorên paqij de bên dermankirin."    'DIVÊ BERDAN ROJEVA SEREKE BE'   Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Kemal Tîbelîk diyar kir ku raporên ji bo berdana girtiyan tenê ji saziyên tiba edlî tên wergirtin, wekî ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst hewce dike. Tîbelîk got: "Divê ev rapor ne tenê ji saziyên tiba edlî, di heman demê de ji hemû nexweşxaneyên dewletê yên bi tevahî pejirandî jî werin wergirtin. Ger hewce be, divê rêziknameyên qanûnî jî der barê vê yekê de werin çêkirin. Raporên edlî pir dereng digihîjin û dema ku ew dereng digihîjin, nexweşiya girtiyan pêş dikeve. Ev pirsgirêkek cidî ye û divê tavilê were çareserkirin. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan ji ber şert û mercên girtîgehê bi rêkûpêk nayên dermankirin. Nexweşên ku dermankirinê digirin bi şert û mercên dijwartir tên vegerandin girtîgehan ku xetera enfeksiyonê zêde dike."   Tîbelîk bilêv kir ku divê mijara girtiyên nexweş mijara sereke be û got: "Girtiyên nexweş di wext de nayên dermankirin û ji ber vê li girtîgehan dimirin. Ji bo mirin çênebin demildest divê girtiyên nexweş bên berdan û divê rojeva her kesî berdana wan be."