Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be 2025-11-16 09:06:40 WAN - Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên zema li ser kêmitîn mûçeyê gotin divê herî kêm 50 hezar TL be. Dema ku ber bi nêzî dawiya salê dibe, pirsa ku milyonan kes li benda bersiva wê ne: "Kêmtirîn mûçe wê çend be?" Îsal, sendîkayên ku nûneriya karkeran dikin, ragihandin ku ew ê di Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyî de cih negirin, zem wê çawa bê destnîşankirin û dê zemê çend be tê meraqkirin. Welatiyên Wanê gotin, kirêya xaniyan ji kêmtirîn mûçeya heyî zêdetir e û nikarin debara xwe bikin û diyar kirin ku divê kêmtirîn mûçe herî kêm 50 hezar TL be.   Fatih Gungor diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê xirab e, kêmtirîn mûçeya îsal têr nekir û zema ku sala bê jî diyar e û dîsa dê têr neke û ev tişt got: “Gelek şîrketên saziyên taybet ji kêmtirîn mûçeyî zêdetir didin. Vê carê jî kesên li saziyên dewletê dixebitin, di saziyên taybet de têne çewisandin. Ji ber vê yekê mirov di jiyana kar de zehmetiyê dikişînin. Her çendî karekî bibîne û bixebite jî, mixabin mûçeya wa têra tiştekî nake. Ger em kirêya xanî û fatûreyan bihejmêrin, debara malê ji 50 hezar TL’î dest pê dike. Kêmtirîn mûçeya îsal divê herî kêm di navbera 70-80 hezarî de be. heke 100 hezarî derbas bike, dê mirov bi rihetî karibin debara xwe bikin . Em ne welatekî ji şer derketî ne. Mînak, em ne Ûkrayna, ne Efxanistan in. Çavkaniyên me yên binerdî hene û gelek dewlemendiya me heye. Ger me çavkaniyên xwe bi awayekî rast xerc bikira, îro em di vê rewşê de nedibûn.”   'MESREFÊN MITBAXÊ KÊMTIRÎN MÛÇEYÎ DERBAS DIKIN'   Nesîm Elkaya diyar kir ku hêza kirînê kêm e û kesê ku kêmtirîn mûçeyî digire, nikare debara xwe bike û wiha got: “Ji bo ku malek debara xwe bike, divê herî kêm sê kes bixebitin. Mirov bi salan e di nava tengasiyên aborî de dijîn. Em nikarin tu berhevkirinê bikin. Mesrefên mitbaxê kêmtirîn mûçeyî derbas dike. Heke îro kêmtirîn mûçe di bin 50 hezar TL’î de be, dîsa kêm e. Kesên ku di bin vê mûçeyê de digirin, nikarin tiştekî bikin û bijîn.”   BI PIŞTGIRIYA ZAROKAN VE DEBARA XWE DIKE   Sezer Akçan anî ziman ku ji ber sedemên aboriyê nikare kelûpelên ku dixwaze bikire û got: “Divê sala bê herî kêm du qat zem li ser mûçeya heyî bê kirin. Mirov ev çend sal in nikarin debara xwe bikin. Heke sala bê zemeke baş neyê kirin, mirov dê zêdetir mexdûr bibin. Li Wanê jixwe derfetên kar gelek sînordar in. Em nexebitin nabe, em bixebitin jî li bajarê me derfetên kar tunene, ji ber vê yekê em derdikevin dervayî bajêr. Em bi mehan li wir dimînin û nayên.”   DAXWAZA ZÊDEKIRINEKE KU KIRÊ PÊ WERE DAYÎN   Kadriye Alici wiha axivî: “Mûçeya min 11 hezar TL ye û ger zarokên min piştgiriyê nedin min, ez ê nikaribim debara xwe bikim. Her du keçên min mezûn bûne û ev 5 sal in li benda tayînkirinê ne. Ew jî ketine karekî demkî û piştgiriyê didin min. Heke ew piştgiriyê nedin min, ez ê bi mûçeya xwe nikaribim kirêya xwe jî bidim. Hêvî dikim ku mûçeya min ew qas zêde bibe ku ez karibim kirêya xwe bidim.”   Vehmî Demîr jî got: “Divê êdî mirov karibin debara xwe bi kêmtirîn mûçeyê ve bikin. Divê kêmtirîn mûçe herî kêm bibe 40 hezar TL. Ji ber ku niha kirêya malekî herî kêm 20 hezar TL ye. Divê aborî tavilê bê verastkirin û ev jî tenê bi guhertina hikumetê dikare bê kirin.”