'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin' 2025-11-16 09:15:29   WAN - Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got: "Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê heta dawiyê bê vekirin."   Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kiribû, didome. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku gelek gav avêtin, herî dawî di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyanî da û ragihand ku dest bi vekişandina hêzên xwe ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye. Gavên Tevgera Kurd hêj di rojevê de deng vedidin, bertekên li dijî neçûyîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo Îmraliyê, roj bi roj zêdetir dibin. Kesên ku beşdarî Kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê ya Wanê bûn, gotin divê Komîsyona Meclisê tavilê biçe Îmraliyê.   DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ   Şevket Çetîn anî ziman ku divê Komîsyona Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser navê hemû mirovahiyê gaveke dîrokî avêt û banga xwe kir. Piştî vê daxuyanî û gava dîrokî, hewayeke aştiyê hatiye welêt. Lê di heman demê de, di serê me û hemû gelê me de her tim pirsek heye. Çima Kurd ew qas gavan diavêjin, lê dewlet bêdeng dimîne? Çima Komîsyona ku ji aliyê Meclisê ve hatiye avakirin, bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê nake? Divê Komîsyon tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Paradîgmaya Abdullah Ocalan destpêkeke nû ye ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Daxwaza me ji dewlet û desthilatê ew e ku ji bo avakirina aştî û xweş û biratiyê, tavilê Komîsyon biçe Îmraliyê.”   ‘DIVÊ BI MUZAKERKARÊ SEREKE RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’   Hesîn Erkol jî ev tişt got: “Di bin banê Meclisê de komîsyonek hatiye avakirin, lê ev komîsyon têra xwe naxebite û ketiye nava qeyranekê. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin û her tiştê ku dikeve ser milê wê, kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim alîgirê pergaleke aştî, xweşk-biratî û demokrasîiyê ye û xebatên xwe jî di vê rêyê de domandiye. Komîsyon çiqas guh bide beşên cuda, heta neçe Girava Îmraliyê, hemû xebatên wê bekêr in. Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê pêwîst e, divê tavilê bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”   ‘MÎMARÊ PÊVAJOYÊ ABDULLAH OCALAN E’   Teymûr Sayyîgît diyar kir ku aştî û xwişk-biratî dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê û wiha axivî: “Pêwîstiya vî welatî, vê civakê bi aştiyeke mayînde û xwişk-biratiyê heye. Rêzdar Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de, dê tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê jê jê sûd werbigirin. Mîmarê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Xala herî girîng a vê pêvajoyê ew e ku komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Banga me ew e; divê komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê û guh bide Abdullah Ocalan.”   DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE   Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî anî ziman ku ew ji ber rêveçûna pêvajoyê ya yekalî bi fikar in û wiha got: “Pêvajoyek heye û em jî bi dil û can piştgiriyê didin vê pêvajoyê û em ê piştgiriyê bidomînin. Lê di mijarekê de gumanên me hene. Tevgera Azadiyê ya Kurd ew qas gav avêtiye, çima di asta dewlet û desthilatê de gaveke şênber nayê avêtin? Em daxwaz dikin ku Komîsyon û rayedarên din ên dewletê jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û tavilê biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ê çawa bi vê pêvajoya ku yekalî tê meşandin bawer bibin? Kurdan çi dikeve ser milê wan, kirin, dora gavavêtinê ya wan e. Heke bi rastî dixwazin em bawer bikin, divê deriyên Îmraliyê heta dawiyê bên vekirin û Abdullah Ocalan li gorî daxwaza xwe banga xwe ji gel û rêxistina xwe re bike.”   TEKANE KARÊ KOMÎSYONÊ!   Mehmet Saît Karabiyik ev tişt got: “Pêvajoyek heye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin. Li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Ger ev komîsyon bixwaze pêvajo temam bibe, tekane karekî wê heye; çûyîna Îmraliyê ye.”