Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide 2025-11-20 11:02:32 ENQERE - Rêvebira Koma Xebatên Jinan a Zanîngeha Bîlkentê Gamze Saçarê, bertek li dijî cezaya çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê hatibû lidarxistin, nîşan da û diyar kir ku ev yek sîstematîkbûna tundî û cezayê nîşan dide.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş, piştî ji wargeha KYK’ê derket û din ava kampusê de winda bû, piştî 18 rojan bi awayeke mirî hat dîtin. Piştî salek li ser bûyerê re derbas bû Saziya Tiba Edlî (ATK), li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNA’yên du mêran tespît kir. Veşartina DNA û raporan îxtimala qetlê zêde kir.   Bi banga Komîsyona Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê ve li gelek zanîngehan çalakiyên “Ji bo Rojînê edalet” hatin lidarxistin. Koma Xebatên Jinan a Zanîngeha Bîlkentê (Bîlkent KÇT), bi hinceta çalakî “nehatiye erêkirin” ji aliyê Navenda Çalakiyên Xwendekaran a girêdayî Dekantiyê ceza hişyarkirinê dan civakê û ger careke din bê dubarekirin dê komê bê girtin.    SÎSTEMATÎKBÛNA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN    Endama Lijneya Rêveberiya KÇT a Bîlkentê Gamze Saçar, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê ji aliyê rêveberiya zanîngehê hatiye hedefgirtin û bi rapora ATK’ê ve êdî ji piştrast bûne ku mirina Rojîn Kabîşê qetl e û ev tişt got: “Pêvajo sîstematîkbûna tundiya li ser jinê nîşanê me dide. Beşdariya rektor ji bo otopsiyê, hewla rawestandina têkoşîna bi çalajiyên xwendekaran ve dest pê kiriye ji bo veşartina vê bûyerê roleke bingehîn e.”   ‘BI HEJMARA ŞEXSÎ LI ME GERIYAN’   Gamze Saçarê bal kişand ser tundiya li ser jinê ya li Zanîngeha Bîlkentê û diyar kir ku piştî ragihandin açalakiyê li ser medya dijîtal, xebatkarên Navenda Çalakiyên Xwendekaran (OEM) bi hejmarên şexsî li wan geriyane û ev tişt got: “Xebatkarên OEM’ê ji bo hevdîtina bi me re israr kirin. Me jî ji bo hevdîtnê hevalek xwe şand. Lêbelê gotinên heqaretê li dijî hevalê me hatin bikaranîn û astendiya ‘Ji bo Rojînê edalet’ li ser me tundî çêkir. Ev rewş bû berdewamiya tundiya li dijî jinê ya li niha li kampusê didome. Berî hevdîtinê heqaret li hevalê me hat kirin û ji me ra hat ragihandin ku dê destûrê nedin çalakiyê û cezaya hişyariyê dan Koma Xebatên Jinan. Ev yek sîstematîkbûna tundiya li ser jinan nîşan dide.”   ‘KAMPUS MINYATURA DESTHILARA MÊR IN’   Gamze Saçarê, rave kir ku ku Cîhan Okay rexmê faîlê tundiyê ye hêj li zanîngehê dixebite û jinên ku li dijî vê yekê bertek nîşan dane ji aliyê polîsan ve ji bo îfadeyê tundî li wan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Li kampusê jin bi tundiyê re rû bi rû diminin, tên qetilkirin û dema bertek nîşan didin jî ew wek sûcdar tên dîtin ev yek jî sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide. Ev rewş ne tenê li Zanîngeha Bîlkentê rû dide, di demeke nêz de li DTCF’ê (Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdîgariyê) daxuyaniya jinan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat astengkirin. Herwiha li Zanîngeha Erciyes a Kayseriyê jinek hat qetilkirin û daxuyaniya jinên li wir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat astengkirin û bi êrişê re rû bi rû ma. Ev yek jî nîşan dide ku kampus ne ji bo jinan e lê minatura desthilata mêr in.”    ‘BI YEKITIYÊ VE SERKETIN TÊ BIDESTXISTIN’   Gamze Saçarê, diyar kir ku ji ber desthilata mêr a li ser darazê, tundiya mêr ji nû ve tê afirandin û li dijî vê yekê divê jin dengê xwe derxin. Gamze Saçarê bal kişand ser giringiya kombûna jinan a di 25’ê Mijdarê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lêbelê ev bêyî ku me bixe fikaran me hêrs dike. Herwiha dema jin li dijî faîl parastina cewherî pêk tînin ji daxistinên cezayan sûdê wernagirin. Em nikarin qala edaletê bikin. Ji ber vê 25’ê Mijdarê girîng e. Em deskeftiyên jinan û qadên yekitiya wan dibînin. Divê em van qadan dagirin. Lewre ev yek ji bo pêşeroj me û ya hemû jinan pir girîng e.”    MA / Sema Bîngol