CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya 2025-11-20 15:06:23 ENQERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û endamên komîsyonê, der heqê biryara komîsyonê ya ji bo serdana Abdullah Ocalan, civiyan.   Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û endamên wê yên di Komîsyona li Meclisê de cih digirin, berî civina Komisyonê ya ku dê sibe bi rojeva serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive, civiyan.    Ozel û endamên Komîsyonê yên CHP’ê li navenda CHP’ê civiyan. Nivîskarê Rojnameya Sozcu Saygi Ozturk, îdia kiribû ku CHP têkildarî mijarê civiyaye û biryar daye. Rojnameya nûçeya ku bi manşeta “CHP naçe cem Apo” weşandibû, îdi kiribû ku endamên Komîsyonê Murat Emîr, Gokçe Gokçen, Nûrhayat Altaca, Salîh Uzun, Murat Bakan, Turkan Elçî û Umut Akdogan li dijî çûna serdanê ne.   Gokçe Gokçen, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û diyar kir ku hêj neciviyane û biryar nehatiye dayîn û nûçe derewand. Serokwekîlê Koma CHP’ê Murat Emîr, der heqê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku piştî nirxandina lijneyên partiyê, dê raya giştî agahdar bikin.   Di civîna ku bi seroktiya Ozel de hat kirin, biryara CHP’ê ya ji bo serdanê tê payîn.