'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan' 2025-11-26 09:28:28 MÊRSÎN - Birayê Mûstafa Amutgan Ahmet Amutgan ê ku 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ev binpêkirinên li girtîgehan li dijî ruhê pêvajoyê ne û xwest ku hemû girtî bên berdan.   Tevî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî binpêkirinên li girtîgehan dewam dikin. Binpêkirinên wekî ferzkirina lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev di sewqên nexweşxaneyan de, zext, sirgûnkirina bajarên dûrî malbatan, lêdan û astengkirina tehliyeyan tevî hemû bang û gilîkirinan bi awayekî sîstematîk didomin. Yek ji girtiyên ku bi van binpêkirinan re rû bi rû maye Mûstafa Amutgan e. Mûstafa Amutgan ê ku di 7'ê Tîrmeha 2024'an de dema înfaza xwe ya 30 salî temam kir, bi hinceta ku "poşman nebûye" ji aliyê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê ve 3 caran tehliyeya wî hat astengkirin.   Amutgan ê ku di sala 1994'an de li Tarsûsê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Edeneyê ve cezayê muebedê lê hat birîn, demeke kurt beriya temamkirina înfaza xwe ji Girtîgeha Curnê Reş sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê hat kirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Erzînganê bi hinceta "Em te nas nakin, ji ber vê yekê em nikarin rapora 'başhaliyê' bidin te. Ji bo em bidin, divê em te nas bikin" û bi hinceta ku ne di "başhaliyê" de ye, di 7'ê Tîrmeha 2024'an de cara ewil tehliyeya wî 6 mehan asteng kir. Amutgan, dema astengkirina ewil di 7'ê Çileya 2025'an de temam kir. Lijneya ku cara duyemîn Amutgan derket pêşberî wê, bi qesda kesên pê re hatine girtin kir û pirsên wekî "dema tu tehliye bûyî tuyê bi wan re hevdîtinê bikî?", "di navbera te û malbata te de pirsgirêk heye, çima nayên hevdîtina te?", "Tu poşman î?" jê pirsîn. Amutgan ê ku diyar kiriye ku ew poşman nîne û tehliyeya wî cara duyemîn 6 mehan hat astengkirin. Amutganê ku ev dem di 7'ê Tîrmeha 2025'an de temam kir, tehliyeya wî dîsa bi hinceta "poşman nebûye" 6 mehan hat astengkirin.   'MALBAT TÊN BÊZARKIRIN'   Ahmet Amutgan bertek nîşanî astengkirina berdewam a tehliyeya birayê xwe Amutgan da û diyar kir ku pirsên wekî hincet tên nîşandan bêwate ne û astengkirin jî ne hiqûqî ye. Ahmet Amutgan ev tişt got: "Tekane sedema ku em nikarin biçin hevdîtinê, ji ber neçariya aborî ye. 2 birayên min di girtîgehê de ne. Heta em diçin cem yekî, dor tê yê din, demeke dirêj derbas dibe. Ez bi xwe di sala 2022'yan de li Girtîgeha Tarsûsê bûm. Birayê min Nusret ji bo ku ji Samsûnê were Girtîgeha Tarsûsê gelek caran daxwazname nivîsand. Lê her carê bersiva 'cih tune ye' hat dayîn. Lêbelê em di qawîşa 18 kesî de 8 kes diman; tevî ku cihê 10 kesan vala bû jî daxwazname dihatin redkirin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk de mafê birayên di girtîgehê de heye ku bên cem hev. Girtiyan ji malbatên wan dûr dixin û hewl didin hem girtiyan hem jî malbatan bêzar bikin. Ev 30 sal in em bi heman awayî tên cezakirin. Lingekî me li girtîgehê, lingekî me li malê ye. Ger birayên min li bajarê ku em lê ne yan jî li girtîgeheke nêzî herêma Çûkûrovayê bûna, em ê her meh biçûna hevdîtina wan. Ji ber ku dûr e û 2 kes in, sedemên aborî zorê li me dike. Em ê an biçin hevdîtina wan, an jî pereyan ji wan re bişînin, em nikarin her duyan bi hev re bikin."   'DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE'   Amutgan diyar kir ku kekê wî yê din Nûsret Amutgan ê li Girtîgeha Tîpa S a Samsûn Kavakê ye, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û got: "Ulsera mîdeyê pê re heye, ji mîdeya xwe emeliyat bû. Niha divê ji fitiqê emeliyat bibe. Ji bilî vê gelek nexweşiyên wî hene ku nikarim bijmêrim. Ji ber ku di lîsteya girtiyên nexweş ên bedensel de ye, ev lîste di destê îdareyê de jî heye. Gelek nexweşiyên wî hene. Jixwe ev mirovên extiyar in. Girtîgeh ne li gorî wan e. Niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Samsûn Kavakê ye."   GEFÊN ÎDAREYÊ LI GIRTIYAN   Amutgan rave kir ku rexmê pêvajoyê li girtîgehan rewş neguheriye û şert û merc girantir bûne. Amutgan destnîşan kir ku Midurê Girtîgeha Erzînganê ji girtiyan re gotiye, "Li vir pêvajo tune, li vir Wezîrê Edaletê tune, li vir Serokkomar tune, li vir Meclis tune, li vir her tişt em in." Amutgan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min Nusret Amutgan li Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê ye. Berê di qawîşê de 3 kes bûn. Jixwe 3 ranza hene. Niha di qawîşeke wekî hucreyeke teng de 6-7 kes dimînin. Wisa bibêjim: Piştî 27'ê Sibatê zext hinekî din zêde bûn. Em her hefte bi telefonê diaxivin. Di her axaftina telefonê de polîtîkayeke cuda ya zextê dimeşînin. Li dijî girtiyan konsepteke cuda dimeşînin."   'LI GIRTÎGEHÊ PÊVAJO TUNE YE'   Amutgan qala axaftina telefonê ya bi birayê xwe re kir û got ku birayê wî gotiye: "Li girtîgehê pêvajo tune ye. Li girtîgehê têkildarî çareseriyê tiştek tune. Têkildarî vê pêvajoyê tiştek tune. Ji bilî başkirinê, zextên ku hêj zêdetir dibin hene. Zirarê dide ruhê pêvajoyê."   Amutgan diyar kir ku divê pirsgirêka girtîgehan bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Ji bo ku pêvajo baweriyê bide me, beriya her tiştî wekî ku ew jî dibêjin, divê 'Rêberê damezrîner' rêzdar Ocalan bê berdan. Girtiyên me yên nexweş hene, girtiyên ku cezayê wan qediyaye hene. Divê ev bên berdan da ku em bawer bikin. Daxuyaniyên Bahçelî hene ku dibêje 'teyr bi baskekî nafire; aliyek erka xwe dike, aliyê din nake'. Tevgera Kurd ya dikeve ser milê xwe dike, lê aliyê din hikumet nizanim çima gav neavêje, dereng dixe."   'DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'   Amutgan anî ziman ku ew wekî malbat li benda gavên pratîk in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke gavên pratîk neyên avêtin bawerî çênabe. Hêvî heye lê bawerî tune ye. Ev sepanên li girtîgehê ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Bi israr daxwaza me ev e: Ji bo ku ev çareserî demildest pêk were, -şer heta astekê rawestiyaye, ji bo ku dîsa gur nebe- divê hikumet tavilê gavan biavêje, di serî de girtiyên nexweş, rêzdar Ocalan û girtiyên ku cezayê wan qediyaye bên berdan, girtîgeh bên valakirin. Di girtîgehê de mayîna giriyekî siyasî, tê wateya ku pêvajo bi pêş ve naçe."   MA / Mehmet Guleş