Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin 2025-12-12 12:13:36 MÊRDÎN - Du kesên li navçeya Midyadê jineke ciwan tecawiz kiribûn, hatin girtin.    Derket holê ku çendek roj berê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jineke ciwan rastî tecawiza komekê hatiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; jina ciwan a rastî tecawizê hatibû çû qereqolê û serlêdana sûc kir. Li ser vê yekê lêpirsîn hate destpêkirin û nasnameyên van şexsan hatin tespîtkirin. Çendek dem berê 4 kes hatin binçavkirin û piştî karûbarên îfadeyên yên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Bi dawîbûna karûbarên îfadeyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.    Dadgeriya Cezayên Sulhê ji bo 2 kesan biryara girtinê û ji bo 2 kesan jî biryara kontrola edlî da.    Hat zanîn ku lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.