Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn 2025-12-26 14:04:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Humsê di mizgeftekê de teqîn çêbû. Di teqînê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.    Di Mizgefta Îmam Alî Bîn Ebu Talîb a li Taxa Vadî el-Dahab a li bajarê Humsê ya Sûriyeyê de teqîn çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê; di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan; bombeya hatiye teqandin, demek berê li mizgeftê hatiye bicihkirin.