Amedsporê peymana xwe ya bi Kaloglû re bi dawî kir 2026-02-16 09:24:41 AMED - Amedspor ku li sehaya xwe bi Sakaryasporê beramber ma, piştî maçê peymana xwe ya bi rahêner Sînan Kaloglû re bi dawî kir.    Amedspor ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, duh li sehaya xwe bi Sakaryasporê re 1-1 beramber ma û 2 puan winda kir. Rêveberiya Amedsporê piştî maçê civiya û ragihand ku peymana xwe ya bi rahêner Sînanoglû û ekîba wî re bi dawî kiriye.