Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn 2026-02-25 16:14:42 ENQERE - Ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên Rojava de hatibû îşkencekirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo binpêkirinên li nexweşxane û girtîgehê daxwaza lêpirsîne hate kirin.   Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) û endamên Ciwanên Demokratîk ên Nû, ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên piştgiriya Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îdiaya “al daxistiye” hatibû îşkencekirin û binaçvkirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de pankartên “Dîyar Koç ne bi tenê ye, rûmeta mirov dê îşkenceyê têk bibe” hate hilgirtin Û bi domdarî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan goristan e ji bo faşîstan”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   ‘BERPIRSIYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA ÎŞKENCEYÊ NEHAT BICÎANÎN’   Endamê Melisa Ciwanan a HDK’ê Jiyan Bahadir li vir daxuyanî da û diyar kir ku Koç bêyî ku bê tedawîkirin hatiye girtin û berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê, lêpirsîn û cezakirina nehatine bicîanîn.   Bahadir anî ziman ku îdareya girtîgehê ji ber rewşa tendurstiya Koç ew qebûl nekiriye û ev tişt got: “Em hedefgirtin, tundî û sepanên dermirovî yên li dijî Koç hatine kirin qebûl nakin. Îşkence û sepana xirab tenê bi tundiya fîzîkî ve sînordar nîne, tundiya sîstematîk û derûnî jî di vê çarçoveyê de ye. Divê îdiayên îşkence û sepana xirab bên lêpirsînkirin û der heqê berpirsiyaran de lêpirsîn bên destpêkirin û mafê tenduristî û parastinê bê misogerkirin.”