ROJEVA 7'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-07 09:00:31   * Jinên karker ên Digel Tekstîlê ku 414 roj in li ber kargehê ji bo mafên xwe yên sendîkayî li ber xwe didin, gotin: "Em dixwazin bi rûmet û şeref bijîn û bixebitin. Divê em ji vê rewşê re bêjin na. Heta ku dengê me neyê bihîstin, em naçin tu cihî."    * Hulya Ayik, dayika girtî Devrim Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, got ku rewşa çavê kurê wê xirabtir dibe û bijîşkê nexweşxaneya jê re gotiye, "Ez dermankirinê li gor we nakim, ez li gor we sewqê nakim, derkeve" û ew derman nekiriye.    * Dayika Aştiyê Kewê Işik ku 45 salan têkoşiya, tevî ku di tevahiya jiyana xwe de gelek zextên dewletê dît jî, bi têkoşîn û şahidiyên xwe bû yek ji sembolên lêgerîna aştî û edaletê li Kurdistanê.   * Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, li ser êrişên li Îranê axivî û got ku yekane rêya xelasiya ji rewşa şer a li Rojhilata Navînê paradîgmaya Abdullah Ocalan e.   * Dê bi pêşengiya TJA'yê li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê bê lidarxistin.    * * Li Colemêrg, Êlih û Amedê dê çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin" bê lidarxistin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1089'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê çalakî bên lidarxistin. (13.30)      * Amedspor, dê li qada xwe bi Serîksproê re bilîze. (20.00)w