Girtî Magol li dijî bêhiqûqtiyê dest bi gireva birçîbûnê kir 2026-03-11 13:49:29 ENQERE - Endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, li dijî bêhiqûqtiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan dest bi greva birçîbûnê kir.    Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Helebê, komeke ciwanan di 9’ê Çileyê de li pêşiya Zanîngeha Stenbolê kom bû û xwestin bimeşin. Polîsan êrişî ciwanan kir û 9 ciwan hatin binçavkirin. Ciwan, di 10’ê Çileyê de jî hatin girtin. Yek ji wan ciwanan endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol ku li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, dest bi greva birçîbûnê kir.    Li gorî agahiyên parêzeran dane, Magol tevî hevalên xwe li dijî venêrîna bi kamerayan derketin û ji ber vê berteka xwe rastî tundiyê hatin. Magol ku derbasî hucreyê hate kirin, li dijî bêhiqûqtiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.    Di heman demê de girtiyên din jî xwestin ku venêrîna bi kamerayan a li girtîgehê bê sekinandin.