Bernameya Newrozê ya Anatoliyaya Navîn diyar bû 2026-03-16 11:43:05 ENQERE - Bernameya Newrozê ya bajarên Anatoliyaya Navîn diyar bû. Dê Newroz di 21-22’yê Adarê de bên pîrozkirin.    Newroza îsal, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” tê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên bajarên Anatoliyaya Navîn aşkera bû. Pîrozbahî dê di 21 û 22’yê Adarê de bên lidarxistin. Di 21’ê Adarê saet di 16.00’an de dê li Parka Haci Bektaş Velî ya Enqereyê û di 21’ê Adarê saet di 16.00’ê de jî li Qada Bazarê ya navçeya Kulu ya Konyayê pîrozbahî bê lidarxistin. Di 22’yê Adarê saet di 13.30’ê de li Anitpark a Enqereyê; di 22’yê Adarê saet di 11.00’ê de li Bazara Duşemê ya Konyayê û di heman rojê saet di 10.00’ê de jî dê li Qada Cumhuriyetê ya Eskîşehîrê pîrozbahî bê lidarxistin.