Trump: Naxwazim agirbestê bikim 2026-03-21 08:50:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”    Serokê DYA’yê Donald Trump, li Qesra Spî daxuyanî da rojnamegeran. Trump, têkildarî şerê li dijî Îranê got: “Naxwazim agirbestê bikim. Di demeke aliyê din serûbin dikin de hûn nikarin agirbestê bikin. DYA kengî bixwaze şer bi dawî bike, Îsraîl jî dê wê demê amade be. Tengava Hurmuzê dê astek şûnde bi xwe vebe. Heke di mijara Hurmuzê de Çîn biketa dewrê dê baş bûya.”