Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin

  • rojane
  • 12:30 2 Tîrmeh 2022
  • |
ÎZMÎR - Sînemager Sûphî Orhan ê ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin, diyar kir ku kesên ew revandin polîs nebûn û da zanîn ku wan kesan îşkence li wî kirin, li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin. 
 
Sînemager Sûphî Orhan di 30’ê hezîranê saet 08.30’an de piştî ku hevalekî xwe danî Balafirgeha Adnan Menderes û vegeriya nêzî rawestgeha Garaja Bajêr a navçeya Gazîemîr ji aliyê kesê xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn ve hate revandin. Van kesan Orhan heta derengî şevê bir hin goristanan îşkence û mûameleya xerab lêkirin û dest danîn ser telefona wî. Orhan saet 00.51’an de li xaçeraya Akçakoyê ya navçeya Menderesê hate berdan.
 
Ji ber malbata Orhan agahî jê negirtin, ji bo kirariyeke binçavkirinê heye an nîne serî li Miduriyetên Polîsan ên Navend û Navçeyên Îzmîrê dabûn. Miduriyeta polîsan jî agahiya Orhan nehatiye binçavkirin dabûn. 
 
 
Orhan ê piştî hate berdan û xwe gihandibû malbata xwe, diyar kiribû ku îşkence lê hatiye kirin û xwestibû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Orhan, du re bi parêzerên xwe re serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dabû. Orhan ê ji nexweşxaneyê rapora lêdanê girt, îro wê bi daxwaza alikariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bide û têkildarî tiştên jiyan wê liv ir daxuyaniyê bide. Orhan wê giliyê kesên ew revandibûn û îşkence lê kiribûn jî bike. Orhan, tiştên bi serê wî hatin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) vegotin. 
 
SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN
 
Orhan, bi lêv kir ku bi hevalê xwe re di 30’ê hezîranê li rawestgeha Garaja Bajêr a navçeya Gazîemîr bi ÎZBAN’ê çûne Balafirgeha Adnan Menderes. Orhan, diyar kir ku piştî 08.30’an hevalê xwe danî balafirgehê dîsa bi ÎZBAN’ê hate Garaja Bajêr û tiştên pişt re bi serî hatin wiha vegot: “Dema ez gihîştim Garaja Bajêr, ez li bin siya darekê rûniştim da ku bikarim telefonekê bikim. Li vir 3 kesên nasnameya wan nediyar hatin cem min û gotin ku ew polîs in, der barê min de îxbarek heye û nasname xwestin. Piştî kontrola nasnameyê ez birim. Min ji wan re got ku birina min a bi vî şiklî derhiqûqiye û ez naxwazim biçim. Wan jî ji min re got ‘em dizanin em çi dikin’ û ez bi zorê xistim erebeyê. Çawa ku xistin erebeyê dest bi îşkenceyê kirin û bi gotinên ‘Tu çima hatî vir? Tu yê tiştên ku tu dizanî dê bibêjî û tu yê vî bajarî biterikînî’ gef li min xwarin. Li aliyekî ev pirs dipirsîn û li aliyê din jî xeber digotin û îşkenceya fîzîkî dikirin. Pişt re ez birim goristanekê. Li wir ez avêtim kuncikekê û ez li wir sekinandim. Li vir jî ‘tu bi me re li hev bike, tişta ku em dixwazin bike ku em jî tiştên tu dixwazî bikin. Tu çi bixwazî em ê bidin te. Tu dê hem xwe hem jî malbata xwe biparêzî’ sîxurtî ferz kirin. Min ev jî qebûl nekir û li bîra wan xist ku tişta dikin derhiqûqî û qanûnî ye.”
 
LI GORISTANAN GERANDIN
 
Orhan, diyar kir ku heta saetên êvarê rastî pêkanînên îşkenceyê hatiye û got: “Min ji wan re got, ‘Eger derbarê min de îxbarek an jî lêpirsînek hebe, wê rayedarên pêwendîdar bên û bi rengekî fermî min binçavbikin. Hûn bi vî şiklî min weke sûcdar îlan dikin û di heman deme de dixwazin vî sûcî qebûl bikim. Ez qebûl nakim û çi dibe bila bibe jî ez ê neaxivim’ û bêdeng bûm. 3 kesan ez revandibûm piştî van gotinan 2 kesên din jî hatin. Ew her du kes jî dest bi seansa îşkenceyên cuda kirin. Kaxizek avêtin pêşiya min û gotin ‘Em bi awayekî aşkere çek didin te, tu dê hemû tiştê dizanî vebêjî’. Dema min ev qebûl nekir cilên min ji ber min kirin û ez li erdê dirêj kirim. Bi awayê ku destê min li pişt min bin ez rawestandim. Di encama hevdîtinên di navbera xwe de ez ji goristinaê derxistim û dest bi gerandinê kirin. Ez birim hin goristanên cuda, birim serê çiya. Li van deran jî ji min re wiha gotin ‘Heke tu bixwazî em ê bînin cihê ku tu udi siyasetê de dixwazî. Tu tiştê em ji te dixwazin bike bes e.’ Heta saet 19.00’an bi vî awayî dom kir.”
 
WÊNEYÊN WÎ YÊN TAZÎ HATIN KIŞANDIN
 
Orhan, anî ziman ku pişt re nezanî ku ew bi ku derê ve birine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişt re destên min li pişt min, destûr nedan ez serê xwe ji nav lingên xwe derxînim û gerandin. Ji vê saetê şunde ez birim ku derê nizanim. Piştî ku dinya bû tarî li sere çiyayekê ez ji wesayîtê peya kirim. Dest û lingên min girtin û bincilên min bi darê zorê derxistin û 3 wêneyên min kişandin. Ji min re gotin ‘Em dizanin em ê çi li van bikin’ û dîsa li wesayîtê siwar kirim. Ji bo ku şopa tiliyan nehêlin jî bi mendîla şil pantorê min û destê xwe paqijkirin.”
 
TU DÊ ÎZMÎRÊ TERK BIKÎ
 
Orhan, bi lêv kir ku dû re wan kesan gef lê xwarin û wiha domand: “Piştî ev tişt kirin, ji min re gotin ‘şertekî me tenê heye, tu dê nava van 3 rojan de vî bajarî terk bikî. Heke em ê her roj te bigirin û wisa îşkence bikin.’ Bi qasî saetekê piştî van gotinan ez avêtim kêleka rêyekê. Dema min li saetê nêrî saet 00.55 bû. Cihê ku ez lê danîm, gundek bû. Kuçik hebûn, kuçikan li vir êrişî min kirin. Min xwe avêt nava baxçeyekê û wisa xwe xelas kir. Ji ber îşkenceya li min kirin min nedikarî li ser piyan bisekinim. Dema min fêm kir ku ez nikarim tevbigerim nêzî saetekê di nav baxçe de mam. Ez saet nêzî 02.00’an derketim ser rê. Di vê rê de Rawestgeha Menderest Eshot û xaçerêya Akçakoy dinivîsand. Min li vir jî wesayît û teqsî nedîtin. Heta saet 03.00’an ez meşiyam û min rawestgeha teqsiyan dît. Min ji wesayîtên di rê de derbas dibûm pirs dikir û wisa dît. Bi vî awayî ez li malbata xwe geriyam û xwe gihand parêzerên xwe.”
 
RÊYÊN ÇIYA BIKARANÎN
 
Orhan ê difikire ku ew birine derveyî Îzmîrê wiha got: “Di sohbetên di nava xwe dikirin de digotin ‘Em hatin Afyonê, gelek xweş e, pişt re nêzî sînorê Aydinê bûn. Herî dawî Manîsa gelek xweş xuya dike’. Tevahiya rojê gerandin. Bi taybetî rêyên çiya û eraziyên ku wesayît jî nikaribin biçin bikaranîn.”
 
‘EM LI SER HIQÛQ Û QANÛN DE NE’
 
Orhan, anî ziman ku kesên ew revandine xwe weke polîs dan naskirin, piştre înkar kirin û wiha pê de çû: “Gotin ku ew ne polîs in, li ser qanûn û hiqûqê ne, tenê ji bo dewletê dixebitin û dikarin her cure deriyan vekin.” Orhan, bi lêv kir ku yek ji kesên ew revandî dora 43 salî, keçel e, bi rih û kincên sporê li xwe kiri bûn, yên li kêleka wî mîna wî xuya dikirin û got: “Li wesayiteke spî ya Dacia siwar kirin. Ne rûyê xwe, ne jî rûyê min qet negirtin. Di nava xwe de navên xwe bi kar neanîn. Bi navê haci û kekê gazî hev du kirin.”
 
SALÊN 90’Î PAŞ VE VEGERIYAN
 
Orhan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Yên ku vê dikin rebenên herî mezin in û di destê wan de tu çare nîninin. Ev rêbazeke wan e. Li Tirkiyeyê demekî dirêje li dijî kesan rêbazeke wisa tê bikaranîn. Di salên 1990’an de mirov dihatin îşkence kirin û piştî dihatin îşkencekirin diavêtin kêleka rê. Di vê pêvajoya em tê de derbas dibin dibe ku vê firsendê nabînin lê bi tiştên salên 90’î de çêdibin eynî ne. Tenê tê revandin, îşkence û heqaret lê tê kirin piştî dîmênên tên kişandin şantaj lê tê kirin û dû re diavêjin kêleka rê.”
 
‘ASTA KU KARÊN NE FERMÎ HATIYE’
 
Orhan, destnîşan kirin ku rewşa pê re rûbirû maye pêkanînên bi armanca çavtirsandina civakê ye û wiha axivî: “Dixwazin bi van hewldanan peyamekê bidin civakê. Li seyêmîn bajarê herî mezin ê welêt, nehiqûqî ye ku mirovek bê revandin û îşkence lê bê kirin. Di asta herî dawî ya karên ne fermî ya li Tirkiyeyê îfade dike. Rastiya ku yên ev kirin cesaret digirt, tu fikara wan nîne û li pêşberî hiqûqê xwe bêhesab hîs dikin, rewşa ku welat pê re hatiye rave dike.”
 
‘DIVÊ BERTEKEKE CIVAKÎ BÊ DAYÎN’
 
Orhan, bi lêv kir ku wê li dijî îşkenceyê têkoşîna hiqûqê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev ne meseleyeke min a şexsî ye, bûyereke civakî ye. Ev îro bi serê min hat dibe ku sibê bi serê yekî din bê. Yekane daxwaza min ewe ku li dijî van bi hestiyarî bin û bertek bê nişandan. Heke rayagiştî berteke bi hewce nişan nede wê ev revandin zêde bibin.”
 
MA / Semra Tûran - Delal Akyuz
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin