Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî

  • rojane
  • 09:04 3 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED – Nobeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin di roja 230'yî de ye. Xizmên girtiyan anî ziman ku partiyên siyasî yên soz dane ku dê daxwazên wan têxin rojevê sozê xwe bi cî neanîne û gotin, heya encamekê bi dest nexin dê çalakiya wxe bidomînin.

Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 31 Adara 2022’yan 651 jçç giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê xizmên girtiyan di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dabû destpêkirin. Çalakiya Nobeda Edaletê niha heftê 3 rojan li ber Saziya Tiba Edlî, Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê û Edliyeya Amedê tê lidarxistin. 
 
Heya niha gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl serdana Nobeda Edaletê ya Amedê kirine. Her wiha xizmên girtiyan jî ji bo daxwazên xwe di 4'ê Çileyê de, di roja 50'î ya çalakiyê de çûbûn Enqereyê. Lê belê li vira bi astengiyên polîsan re rû bi rû mabûn Malbatan li Enqereyê hevdîtin bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), CHP, Partîya Saadetê, DEVA, Partîya Gelecekê û gelek rêxistinen sîvîl re kiribûn. 
 
Ji çalakgerên Nobeda Edaletê Guler Încî, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, diyar kir ku 8 meh in li ber xwe didin. Guler bibîr xist ku di vî warî de hevdîtin bi gelek partiyên siyasî re kirine: "Soz dan, lê bi cî neanîn. Dema me çalakiya xwe li baroyê li dar dixist, partîya DEVA'yê hat serdana me kir û soz da ku wê her tim li cem me be. Lê soza xwe bi cî neanî û gavek jî neavêt. Em çûn Enqerê li wir jî me bo partîyên siyasî re hevdîtin kir. Hem Serokê CHP'ê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu hem jî partîyên siyasî yên din soz dan lê wan jî soza xwe bi cî neanî."
 
Guler destnîşan kir ku heya daxwazên wan pêk neyên dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Îro girtîyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan. Girtîyên ku 30 sal in di girtîgehê de ne cezayê wan qediyaye, lê înfaza wan hatiye şewitandin. Me jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê ev çalakî da destpêkirin. Lê heta daxwazên me pêk neyên em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li pey edaletê ne. Daxwaza me ew e ku dewlet qanûnên xwe yên heyî pêk bîne.”
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Herdem Merwanî, keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay jî dubare kir ku partiyên siyasî yên hevdîtin bi wan re kirine sozên xwe bi cî neanîne û got: “Li Enqerê soz dan me, lê piştî ku em vegeriyan xwe li nebihîstinê danîn. Ji ber wê jî bertekên me mezin in. Ji lew re tiştên ku dikeve ser milê wan nekirin. Me û ÎHD'ê bi hev re li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin raporek amade kir. Me ew rapor da hemû partiyên siyasî. Wan jî soz da me ku wê raporê di meha Sibatê de bidin Wezirê Edaletê, lê mixabin wê soza xwe jî bi cî neanîn." 
 
Mervanî destnîşan kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan bidome û got: "Ez bawerim di dawiyê de em ê bi ser bikevin. Lê em disa jî bang li partiyên siyasî dikin ku xwedî li soza xwe û erka xwe derkevin. Ev tenê ne meseleya malbatên girtiyan e, meseleya hemû civakê ye û berpirsiyariya hemû partiyên siyasî ye."
 
'BILA BES CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'
 
Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan jî destnîşan kir ku heya tiştekî bi dest nexin dê bitêkoşin û got: "Ger li vî welatî heq û hiqûq hebûna, wê daxwaza me jî bihatana qebûlkirin. Daxwazên me hiqûqî ne, em dibejin bila girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Banga min ji bo hemû partiyên siyasî, gel û malbatên girtiyan e; tev li çalakiyên me bibin û piştgiriyê bidin me ku bila bes cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."
 
Reşahat Ada, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada jî bilêv kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome û got: “Ne 8 meh, heya daxwazên me neyên qebûlkirin 80 sal jî derbas bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Heya ew înfaza zarokên me bişewitînin û girityên nexweş derman nekin em dest ji Nobeda Edaletê bernadin." Ada bibîr xist ku di demên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketine û got, bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin.
 
Ada di dawiya axaftina xwe de daxwazên Nobeda Edaletê dubare kirin: "Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane bên berdan."
 

Sernavên din

20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin