Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn

  • rojane
  • 09:05 3 Tîrmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezex a Şirnexê ji meha Nîsanê ve ava welatiyan nayê. Welatiyan bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dan û gotin: "Em nikarin nimêja xwe bikin. Ma ev heqê xwedê ye?" 
 
Li Taxa Yenî, Taxa Seyrantepe û Kolana Alanyayê ya navçeya Hezex a Şirnexê bi meha ye ava welatiyan nayê. Xebatên ku çend sal berê ji bo nûkirina şebekeya avê hatibûn destpêkirin hê jî neqediyane. Hezexiyên ku bi mehane bê av in bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dan. 
 
'ŞAREDARÎ DIBÊJE 'AV TÊ' LÊ TUNE YE' 
 
Ji Taxa Seyrantepeyê Halîme Hazar (73) bi lêv kir ku bi salane ew bê av in. Hezar anî ziman ku şaredarî bi tu awayî alîkariya wan nake û got: "Ji roja em hatine vê derê heta niha halê avê bi vî awayî ye. Ev 15 salin ev pirsgêrik heye. Ji meha Remazanê heta niha ava me nayê. Avê nadin me. Em ji şaredariyê re dibêjin, 'av nayê' lê ew dibêje av tê. Madem tê çima em nabînin? Ger hebûya wê her kesî bidîta. Lê tune ye. Av tune ye ku em pê dar û berên xwe av bidin. Em 4 mal di vê bînayê de ne. Av tune ye. Av tune ye ku em pê destnimêjê bigirin. Em gelekî zehmetiyê dikêşin. Havîn e, lê hîç ava me tune ye. Şaredariya me desteser kirine û vî tiştî tinin serê me. Em nikarin ber deriyê xwe jî bişon. Çavê me diqerime heta ku tankêrek av ji me re tê. Em sed carî li şaredariyê digerin heta ku ji me re avê tîne. Em dixwazin ava me tim bê. Em jî însan in û av mafê me ye."
 
'EM NIKARIN PAQIJIYÊ BIKIN'
 
Ji Taxa Yeniyê Nihayet Îdem (43) anî ziman ku ger dilê rayedaran û çareserkirinê hebe dikarin niha çareser bikin û got: " Her sal ji meha Nîsanê ve ava me dibirin û heta meha Mijdarê bernadin. Ev 5 sal in em di vî halî de ne. Bi tankêran avê peyda dikin. Em niha li vir 50 mal bê av în. Em carina ji vê depoya avê bi xurtûman dikişînin. Ew jî ji bo ku darên me hişk nebin. Ji ber ku av tune ye em nikarin paqijiyê jî bikin. Ji ber bêaviyê em nikarin darên xwe jî av bidin."
 
'NIKARIN NIMÊJ BIKIN'
 
Ji heman taxê Bedriye Tankaş (65) jî bertek nîşanî vê rewşê da û bi lêv kir ku av tune ye ku ew nimêja xwe bikin. Tankaş got: "Ev çend sal in em di vî halî de ne. Berê jî rojekê dihat hefteyekê nedihat. Em 4 mal di heman bîneyê de dimînin. Av tune ye û em neçar in. Em 4-5 caran çûne şaredariyê lê çareser nekirin. Tankêrek avê dide 4 malan. Ji ber ku av tune ye em dibêjin em ê avahiya xwe bifiroşin. Ev 18 sal in em li vir in. Av tune ye ku em nimêja xwe bikin. Hema av hebûya ku me nimêja xwe jî bikira bes bû. Em ji neçariya xwe diçin taxên din nimêja xwe dikin. Ev ne heqê xwedê ye."
 
'DIXWAZIN KU AVA ME BERDIN' 
 
Ji heman taxê Garîbe Cîngoz (35) jî daxwaz kir ku pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin û ev tişt gotin: "Ava me tune ye û em gelek zehmetiyê dikêşin. Me bi 2 hezar lîreyî xurtûm stendine. 15 rojan carekê avê didin me. Ew jî têra me nake. Tenê 5 saetan didin me. Em dixwazin ku ava me tim berdin. Em nikarin paqijiyê bikin. Em tim diçin şaredariyê lê alikariya me nakin. Li ser wê jî em heqê avê didin. Heger av bihata ne pirsgirêk bû. Lê av tune ye tenê hewa ye."
 
'CEZA LI GEL DIBIRIN'
 
Hevşaredarê HDP'ê yê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin da zanîn ku qeyûm ji zirardayînê pêvtir tu tiştî nake û got: "Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Kuçe û taxên bajarê me tev hatibûn xerakirin. Pirsgirêka Hezexê ya herî mezin av e. Me çend sondajên avê lêxistin. Niha jî 2 sondajên ku em li ser tên darizandin hene û bajêr gişt ava xwe ji wan sondajan digire. Heta niha qeyûm li vir tu xebat nekiriye. Hemû kuçe û taxên wê kolandine. Ji ber ceyranê zem kirine, gel nikare kilîmayên xwe veke. Dixwazin li ser banî razin, lê ji ber toz û telaza ji ber xebatên şaredariyê nikarin lis er baniyên xwe razên. Av tune ye. Û tevî polîsan dikevin bax û baxçeyên welatiyan ku bi hinceta a qaçax bi kar anîne ceza li wan dibirin. Tişta ku ji me re hatiye gotin, heta niha gelek malbat bi vê rêbazê hatine cezakirin. Av mafê her kesî ye. Lê mixabin her kesî ceza dikin. Li dijî vê jî nêrazîbûnên gel hene. Gel wê di hilbijartinê de darbeyeke hê xurtir li wan bixe. Ava Hezexê ji Newala Cehennemê tê. Heger mirov bixwaze dora Hezexê tev av e. Projeyek me ya avê hebû. Me lêkolîn kiribû ku li dora bajêr av heye. Xebatên me yên bi vî rengî hebûn. Lê mixabin ev xebatên me jî nîvco hiştin."
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin